‘DYA li Rojava Kurdê serîtewandî dixwaze’ 2018-12-20 09:07:04   Habîbe Eren   ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn a HDP’î Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku bêyî destûra DYA’yê Tirkiye nikare bikeve Rojhilatê Firatê û wiha got: “DYA ya dixwaze Tirkiyeyê ligel xwe bigire, bi hincetên cuda dikare destûrê bide.Ji ber DYA li Rojava Kurdên serîtewandî dixwaze. Em di vir de lîstik û taktîkên DYA’yê dibînin. Derfetên ku Tirkiye jî encamê bi dest bixe tune ye.”   Tulay Hatîmogullari ya HDP’î ku operasyona desthilatdariyê ya li hember Rojhilatê Firatê nirxand diyar kir ku DYA dixwaze bi desthilatdariya heyî re bixebite û wiha got: “Peşmergeyên Roj jî li cihên cuda yên Sûriyeyê bi cih bûne. Di esasê de ev me dibe encamek wisa. Em dizanin ku DYA’yê ji bo sê rêveberên Kurd xeleta pere daniye. Dema em van bidin ser hev DYA li Rojava ne xeteke ku berxwe dide, avabûneke Kurd a serîtewandî dixwaze.”   Parlamentera HDP’ê ya Edenê û Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmogullari geşedanên li Sûriyeyê û encamên operasyoneke heyî ya Tirkiyeyê nirxand.   ‘Êrîşên Tirkiyeyê wê şîdetê zêde bike’   Tulayê di axaftina xwe de bertek nîşanî êrîşên li hember Mexmur û Şengalê da û got ew operasyonên derveyê sînor qebûl nakin û ev tişt bi lêv kir: "Kesên li kampan dijîn ji xwe ji şer, şîdetê revyane. Jiyana xwe li kampan didomînin. Ji ber vê jî êrîşek bi vî rengî nayê fêmkirin. Ev êrîş pêşiya vî welatî venakin. Berovajî vê şîdetê gur dikin."   ‘AKP ji bo faşîzmê bike sazî, siyaseta derve bi kar tîne’   Tulayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Serokomar gotibû ‘em ê ji nişka ve di şevekê de bikevên’. Niha jî ne ji nişka ve hedef dikin zû bikevên. Li vir du nêrîn dertên pêşberî me. Ya yekem bêyî destûra DYA’yê dikarin bikevin vir.  Hikûmet di pêşiya hilbijartinê de hewl dide tiştekî wisa bike. Ji ber vê wê di ketina Rojhilatê Firatê de bi israr tev bigerin. Ji bo rejîma faşîst mayînde bikin serî li siyaseta derve didin.”   ‘Kurdên serîtewandî dixwazin’   Tulayê destnîşan kir ku amadekariya şerekî heye û ev tişt anî ziman: “Bêguman wê hinek krîterên vê ketinê hebin. Ya yekem bêyî destûra DYA’yê derfet tune ye. DYA dikare destûrê bide. Ya yekem bi vê desthilatdariyê re dixwaze bixebite. Ya duyem jî pêşmergeyên Roj li cihên cuda yên Sûriyeyê bi cih kirine. Ev me dibe encamek wisa. Wek hûn dizanin DYA’yê ji bo 3 siyasetmedarên Kurd xeleta pere danîbûn. Dema em van bidin ser hev tê dîtin ku DYA li Rojava ne xetek berxwedêr, dixwaze avabûneke Kurdan a serîtewandî biafirîne.”   ‘Dixwaze Tirkiyeyê ligel xwe bigire’   Tulayê daxuyakirin ku DYA dixwaze Tirkiyeyê ligel xwe bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye li Rojhilata Navîn ji bo DYA û hêzên emperyalîst ên welatên Rojava welatekî girîng e. Rusya jî wisa dibîne. DYA dixwaze Tirkiyeyê ji ber vê yekê ligel xwe bihêle. Lê di encama ketina Tirkiyeyê ya Rojhiatê Firatê de wê şîdet û kaos derkeve û gelek mirov wê jiyana xwe ji dest bidin û hilweşîn wê kûrtir bibe. Ji vir derfetê ku Tirkiye encamekê bi dest bixe tune ye.”   ‘AKP naxwaze li bajarên mezin winda bike’   Tulayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê beriya her hilbijartinê operasyona derveyî sînor tê rojevê û got: “Ev hilbijartin gelek girîg in. Ne tenê em, hemû Tirkiye vê hilbijartinê girîng dibînin. AKP bi taybet dixwaze li Kurdistanê hinek şaredariyan bigire. Niha li holê ye ku nikare bigire. Tirkiye di krîzek mezin de derbas dibe. AKP ji bo cihê xwe biparêze û bi ser keve dixwaze operasyona dersînor pêk bîne. Ji bo desthilatdariya xwe mirina mirovan armanc dikin. Vê nekin. Hûn vî welatî carek din dikin nav şer. Statuya gelên li Rojava zirarê nade gelên Tirkiyeyê.”