AKP li Farqînê bi ser neket: Em ê di 31’ê Adarê de qeyyûman bişînin 2018-12-17 09:13:17   Berîtan Canozer   AMED - Qeyûmê tayînî şaredariya Farqînê bû ev du sale tu xizmet ji gel re nekiriye. Welatiyan wiha got: “Riyên me yên çêkirî jî xera kirin. AKP li Farqînê bi ser neket. Bila êdî vê yekê qebûl bike. Em ê di sindoqan de bersivê bidin wan û ji şaredariyê bişînin.”   Gelê Farqînê diyar kir ku qeyûmê ev du sale tayînî şaredariyê bûye, tu xebat nemeşandiye û şaredarî wek qerekol tê bikaranîn.   Jina bi navê Asiye Şîmşek bi lêv kir ku wê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de qeyûm ji Farqînê bişînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredarên me girtin û qeyûm anîn şûna wan. Gotin gel ji şaredaran bi gazinc in. Madem wisa bû bila bihatana ji me pirs bikira. Em ji şaredarên xwe razî bûn. Bila zilma xwe li ser me rewa nekin. Em ê dîsa berxwe bidin û kesê ku em dixwazin hilbijêrin. Qeyûm du sale tiştek nekiriye. Riyên me yên çêkirî jî xera kirin. Niha hemû rê di nava axê de mane. Niha em heta dikevin şaredariyê divê em 50 polîsî derbas bikin.”   Asiyeyê destnîşan kir ku şaredarekî ne wisa ye û divê gel bi awayekî azad bikevin şaredariyan û got: “Li her derê ala Tirk daliqandine. Bi zanebûn wisa dikin. Em ê di hilbijartinan de kê bixwazin wê hilbijêrin.”   ‘Yên kar nakin em naxwazin’   Remziye Kiliç jî anî zimain ku şaredarî ev du sale tu xebat nemeşandiye û wiha got: "Hemû riyên me xera bûne. Piştî qedexeyan li her derê nokteyên kontrolê ava kirine. Bi şev û roj wesayîtên zirxî digerin. Em êvarê ji 18.00’an şûnde nikarin derkevin derve. Ji ber vê em qeyûman naxwazin. Em divê hesabê vê bipirsin."   ‘AKP li Farqînê bi ser neket’   Jina bi navê Fatma Kaya jî bertek nîşanî pêkanînên qeyûm da û got di dawiyê de mirin jî hebe wê berxwe bidin û wiha dawî lê anî: “Ev du sale Farqîn çê nebû. Dema şaredarî yên me bûn rewşa navçeyê ne wisa bû. Niha bûyerên bikaranîna hişbirê û tecawizê zêde bûne. Kes li derê kesî naxe. Piranî cîranên me piştî pevçûnan ji Farqînê çûn. Yên mane jî bêdeng dijîn. Serê me bilind e, riya me vekiriye. AKP li Farqînê bi ser neket. Bila vê yekê qebûl bikin. Em ê dîsa qezenc bikin. Em ê di hilbijartinan de bersiva wan bidin.”