Berteka Salîha Aydeniz a li dijî êrîşên li ser Mexmûrê: Divê NY hesap bipirse 2018-12-15 10:02:27   ENQERE-Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz bertek nîşanî êrîşên hewayî yên TSK'ê da û got:"Îktidar şer geş dike û bi vî awayî amadekariya hilbijartinê dike. Ez bang li hemû hêzên demokrasiyê yên navneteweyî dikim ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Divê Neteweyên Yekbûyî hesabê van êrîşana bipirse."   Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan got "Em ê têkevin rojavayê firatê" şûnde Hêzên Çekdar ên Tirk Wargeha Mexmûrê û Şengal ên li Hêrêma Federe ya Kurdistanê bi balafiran bombebaran kir û di encama bombebaranê de 3 jin û zarokek hatin qetilkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Saliha Aydeniz bertek nîşanî êrîşan da û bang li hemû hêzên demokrasiyê yên navneteweyî kir.    'Bi geşkirina şer dixwaze amadekariya hilbijartinên herêmî bike'   Salihayê da zanîn ku ev sê sal in pêvajoyek awarte tê jiyîn û wiha got:"Berî her hilbiartinê Serokkomar û AKP konsepta şer dike meriyetê. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê pêla nîjadperestiyê afirand. Niha dîsa bi geşkirina şer dixwaze amadekariya hilbijartinên herêmî bike."   'Her ku dor li çeteyan teng dibe Tirkiye dibe hilma wan'   Salihayê bi lêv kir ku AKP xwe ji ser polîtîkaya tundiyê hebûna xwe ava dike û wiha got:"Bi êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê AKP dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike. Her wiha pirsgirêka DAÎŞ'a ku li serê hemû gelan bûye bela heye û  her ku dor li çeteyan teng dibe Tirkiye dibe hilma wan. AKP bi van êrîşên xwe hem dixwaze dengê netewperweran bigire hem jî dixwaza destkeftiyên gelê Kurd tune bike."   'Mexmûr di bin parastna NY'ê de ye divê di destpêkê de NY hesabên êrîşan bipirse'   Salihayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Îktidara AKP'ê dixwaze bi rêya şer hinek destkeftiyan bi dest bixe. Loma berê êrîşî Efrînê ki niha jî êrîşî Şengal û Mexmûrê dike. Di encama êrîşan de sîvîlan qetil dike. Mexmûr di bin parastna NY'ê de ye divê di destpêkê de NY hesabên êrîşan bipirse. Îktidar şer geş dike û bi vî awayî amadekariya hilbijartinê dike. Ez bang li hemû hêzên demokrasiyê yên navneteweyî dikim ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Divê Neteweyên Yekbûyî hesabê van êrîşana bipirse. Divê li dijî îktidara faşîst em hemû bibin yek."