‘Divê jin di 31’ê Adarê de desthilatdariyê ceza bike, şûnde bixîne’ 2018-12-12 09:15:00   Sîbel Ozalp   STENBOL - Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku divê jin di 31’ê Adarê hilbijartinên herêmî de desthilatdariyê ceza bikin, şûnde bixînin û wiha got: “Em dixwazin ev bi 31’ê Adarê bibe roja dengê jinên li Kizilcakoy li dijî cendermeyan berxwe daye û roja kesên xwedî li qadên jiyanê derketiye.”   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay tifaqa jinan a di hibijartinan de nirxand û got bi taybet hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an ji alî jinan ve pir girîng e.   Serpîlê destnîşan kir ku pêvajoyek ku faşîzm bûye sazî tê jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 24’ê Hezîranê de ji bo faşîzm bibe sazî gelek pêş ketin. Lê em wek jin ji bo rejîma yek mêrî şûnde bê xistin divê têkoşînê zêdetir bikin. Ji hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an heta niha daxwazên aştî, azadî û demokrasiyê didomin. Tevî êrîş û komkujiyên li hemberî gel, gelê me di hilbijartinên demên borî de jî di demokrasiyê de israr kirin. Wê gelê me di vê hilbijartina pêş me de jî hêza xwe nîşan bide.”   ‘Rejîma yek mêrî hemû jinan tehdîd dike’   Serpîlê bi lêv kir ku bi piştevanî û yekitiya jinan ev pêvajoya zehmet dikare bê derbaskirin û ev tişt bi lêv kir: “Dikare rojevên me yên cuda hebin. Lê rejîma yek mêrî hemû jinan tehdîd dike. Di vê pêvajoyê de destkeftiyên jinan ji holê hat rakirin. Li ser jinan pergalek binpêkirina kedê heye. Dixwazin pergala yek mêrî li ser jinan mayînde bikin. Desthilatdarî dixwaze jinan di nav pergala kapîtalîst de winda bike, keda wan neyê dîtin. Desthilatdarî dixwaze terza ‘profîla jina makul’ biafirîne.”   ‘Divê em di hilbijartinan de desthilatdariyê şûnde bixînin’   Serpîlê bi lêv kir ku desthilatdarî bi giştî jinan di nav malbatê de dinirxîne û wiha got: “Jin cuda tên dîtin. Em jin jî li dijî vê divê di hilbijartinên 31’ê Adarê de têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em seknek ku jin dikarin li her derê xwedî gotin bin nîşan bidin. Ji bo em di hilbijartinê de desthilatdariyê ceza bikin û şûnde bixînin divê em bixebitin. Ji ber qeyûman erdnîgariya Kurd û bi taybet jî têkoşîna jinê darbeyên mezin xwar. Bi tayînkirina qeyûman re îradeya gel hat xespkirin. Qeyûm bi polîtîkayên dijminatiya Kurd û jinan heta îro hatin.”   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê namzetên xwe di esasa nûneriya wekhev û pergala hevserokatiyê de hilbijêrin û wiha dawî lê anî: “Em bedena Dayika Taybet a bi rojan li kolanê hat sekinandin, ji bîr nakin, em bi dehan jinên li Efrînê hatin tecawizkirin ji bîr nakin û bi vê hişmendiyê ji bo hilbijartinan xwe amade dikin. Em ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin faşîzmê.”