‘Berxwedana Leylayê ji bo me bû meşale’ 2018-12-10 09:12:35   Gulîstan Azak   AMED - Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven didome. Endama PM'ê ya HDP’ê Ayşe Berktay diyar kir ku berxwedana Leyla Guven meşaleya pêşeng e û got hedefa wan ev e ku berxwedanê mezin bikin.   Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir. Piştgiriya ji bo berxwedana Leylayê her diçe mezin dibe. Herî dawî Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina Şîdetê ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirina bang li DYA, YE û NY’ê kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku Abdullah Ocalan serbest bê berdan.   Yek ji jinên ku piştgirî da çalakiya Leylayê Endama Meclisa Partiya DBPê Semîre Kut diyar kir ku yên herî xurt xwedî li çalakiyê derdikevin jinin û wiha got: “Çalakiya Leylayê mafdar û rewa ye. Ez li hember îrada jinê ya berxwe dide hêzek mezin digirim. Tecrîda girankirî sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Ev tecrîd li her derê ketiye jiyanê. Polîtîkayên tecrîdê her kesî ji nêz ve eleqeder dike. Ji ber îro her kes di bin zextan de ye. Leyla jî ku ji nêz ve şahidiya vê kiriye , ji bo bersivek xurt bide vê ketiye tevgerê. Çalakiya Leylayê daye destpêkirin mirovane ye, li gorî hiqûqa gerduniye.”   ‘Divê her jin bibe Leyla Guven’   Semîreyê daxuyakirin ku jin li hember berxwedana Leyla Guven serbilindin û divê her jin wek berxwedêr nêz bibin û her jin bibe Leyla Guven.   ‘Divê greva birçîbûnê wek meşaleya pêşeng bê dîtin’   Endama PM'a HDP’ê û Koordînasyona jinê Ayşe Berktay jî bi lêv kir ku Leyla Guven bi salan pêşengiya têkoşîna azadiya jinê kiriye û got ew çalakiya wê silav dike. Ayşeyê destnîşan kir ku çalakiya Leylayê bersivek mezin ali hember pergalê ye û wiha got: “Ji ber vê hemû jinan gotiye ‘daxwaza Leylayê daxwaz me jina ye’. Leylayê li dijî tecrîda giran çalakî daye destpêkirin û dengê xwe bilind kiriye. Li girtîgehan niha çalakiya grevê heye. Berxwedana Leyla Guven meşaleya pêşenge û hedefa me ev e ku berxwedanê mezin bikin.”