‘Pergala hevserokatiyê hêza çareserî ya pirsgirêka nûneriya jinê ye’ 2018-12-07 09:08:13   Gulîstan Azak   AMED - Hevberdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser girîngiya nûneriya jinan a di siyaseta giştî û herêmî de û da zanîn ku partiya ku ev rêje lê herî zêde ye HDP ye û çareseriya pirsgirêka nûneriya jinan di HDP’ê de ye.   Hevberdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser girîngiya nûneriya jinan a di qada siyasetê de û der barê mijarê de nirxandin kir.   Gulîstanê destnîşan kir ku nîvê civakê jin in û ji ber vê nûneriya jinan gelek girîng e û wiha got: “Jinan jî di nav xwe de têkoşînek mezin ava kiriye. Yên barê herî giran dane ser milê xwe jin in.Heta jin di siyasetê hebin wê pergala serdest a mêr jî bê hilweşandin, pergala wekhev a azadiya jinê bê avakirin. Girîngiya nûneriya jinê me di partiya xwe de dîtiye. Dema nû tevgera siyasî ya Kurd hatiye destpêkirin em dîsa jinan dibînin. Lê ev xurtbûn piştre pêk hat. Roj bi roj jin xurt bûn. Her ku jin xurt bûn bi giştî civak ji vê bi bandor bû. Her ku jin xurt bûn pêngava azadiyê jî xurt bû.”   ‘Di navbera HDP û tifaqa AKP-MHP’ê de cudahiyek mezin heye’   Gulîstanê bi lêv kir ku bi tifaqa AKP-MHP’ê hewl tê dayîn ku civakek nû bê dîzaynkirin û di vê civaka hewl tê dayîn bê avakirin de cih nadin jina azad û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tifaqa AKP-MHP’ê ji azadiyan re tehemul nakin. Piranî jî li hember jinan tehemul nakin. Dema mirov vê dibînin girîngiya ku HDP dide jinan gelek baş tê fêmkirin. Di navbera HDP û tifaqa AKP-MHP’ê de cudahiyek mezin heye. AKP-MHP di destê darazê ewil berê xwe didin jinan û ev jî ne tesaduf e. Sedema vê jî tê zanîn ku wê civak ji aliyê jinan ve azad bibe. Hêza jinê xwedî hêza ku dikare şoreşa civakî bi bandor bike ye. Divê jin li dijî polîtîkayên zextê, rêxistinbûna xwe di qada siyasetê de xurtir bikin. Di vî alî de bi pergala hevserokatiyê divê nûneriya jinan a xurtir derxin holê.”