'Greva birçîbûnê manîfestoya aştiya ku bêdivî pê heye ye' 2018-12-06 15:37:51   AMED - Nûnerên STK'yan û partiyên siyasî, ji bo piştevaniyê bidin çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê gitin; "Greva birçîbûnê ku belav dibe manîfestoya aştiya ku pêdivî pê heye ye."   Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 29'an.  Partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl (STK) yên ku bal kişandin ser çalakiyê li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji layê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran ve hat xwendin. Ayşe diyar kir ku girev ji ber daxwazên mafdar hatiye lidarxistin û daxwaza piştgiriyê kir.    'Hêya aştiyê hatiye kilîtkirin'   Ayşe diyar kir ku dema bi Îmraliyê re hevdîtin dihat kirin ji bo aştiyê bibû hêvî û wiha berdewam kir: "Îro li ser hêviya aştiyê klîd heye.  Bi tecrîda li îmraliyê pêvajoya şer û krîzê hat destpêkirin. Bi qutkirina têkiliya birêz Abdullah Ocalan re zîhniyeta ku xwe ji tundiyê xwedî dike serweriya xwe li ser civakê ferz kiriye."   'Divê tecrîd bê rakirin'   Ayşe bi bîr xist ku ji bo tecrîda li îmraliyê bê rakirin Leyla Guven ev 29 roj e di greva birçîbûnê de ye û grev bi tevlibûna girtî û siyastmedarên girtî bi heman daxwazê berdewam dike. Ayşe di berdewamiyê de ve tişt got: "Ji bo ku ev çalakî neke rêyeke xeter divê ku daxwaz Leya Guven ku ya hemû siyasetmedarên HDP, DBP, KCD'yî û girtiyan ne divê demlidest di çarçoveya hiqûqê de dawî lê bê anîn û tecrîda li Îmraliyê bê rakirin."   'Divê ev daxwaza mafdar bê qebûlkirin'   Ayşe, diyar kir ku greva birçîbûnê ya nehatiye asteke krîtîk ji bo hemû aliyêan fersenda çareseriyê ye û wiha dawî li axftina xwe anî: "Greva birçîbûnê ku li Tirkiyeyê, li girtîgehan û li derve  belav bûye, manîfestoya aştiya ku pêdivî pê heye ye.  Ji ber vê em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku ku ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna aştiyê bikevin tevgerê."