Ebru Gunay:Leyla Guven dîroka berxwedanek nû dinivîse 2018-12-06 09:05:04   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe da destpêkirin di roja 29’emîn de berdewam dike. Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay der barê berxwedana Leylayê de axivî û got çalakiya ku Leylayê daye destpêkirin berxwedanek dîrokî ye û dîroka berxwedanê ji nû ve dinivîse.   Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir.    Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ku di 4’ê Mijdarê de li avahiya partiyê ket grevê der barê berxwedana Leylayê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî.   ‘Rastiya tecrîdek bênavber heye’   Ebruyê destnîşan kir ku li cîhanê mantika tecrîda girankirî tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tecrîdkirina rêberê gelekî re ew gel jî tê tecrîdkirin. Ji 1999’an heta niha tecrîdek ku bênavber tê meşandin heye. Tecrîd ket sala 20’an. Dema em tecrîdê binirxînin em komkujiya Pirsûsê ji vê nikarin cuda bikin. Girtina siyasetmedaran, qetilkirina 200 kesên li Kobanê, Sûr, Cizîr û Nisêbînê nikarin cuda binirxînin. Em behsa pergalek ku bandorek neyînî li ser jiyana me kiriye, dikin.”   ‘Leyla niha dîrokek bêhempa dinivîse’   Ebruyê daxuyakirin ku greva ku Leyla Guven daye destpêkirin gelek girîng e û ev tişt anî ziman: “Xweserbûna çalakiya Leyla Guven heye. Ji bo tecrîda li Îmraliyê protesto bike çalakî daye destpêkirin.Di vî alî de girîngiyek wê ya dîrokî heye. Wê bi hevalên xwe re li dijî pêkanînên dijmirovan e dest bi grevê kirin. Leyla niha dîroka berxwedanê dinivîse. Dîrokek bi heybet dinivîse. Çalakiya Leylayê ji bo jinên Kurd gelek girîng e. Abdullah Ocalan di alî îdeolojîk û felsefa xwe de gelek girîngî da jina azad. Piştî greva Leylayê, li Amed, Colemêrg û Wanê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Piştre li Mersînê jî hat destpêkirin. Em niha jî li Mêrdîn, Êlih, Muş, Wan, Amed, Stenbol û Enqereyê didomînin. Li Mersînê 10 hevalên me hatin binçavkirin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ji bilî berxwedanê rê ji me re nemaye.”