Parlamenterên HDP'ê: Divê rêya aştî û demokrasiyê bê vekirin 2018-12-05 10:59:49   ENQERE - Parlamenterên jin ên HDP'ê yên ku ji bo piştigiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin gotin ku ew ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven.    Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê y Leylayê ket roja 28'an. Tevî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan 10 parlamenteran li meclîsê piştgiriyê dan çalakiya Leyla Guven û dest bi greva birçîbûnê kirin. Parlementerên HDP'ê Serpil Kemalbay, Zuleyha Gulum û Şevin Coşkun ên ku dest bi greva birçîbûnê kirine derbarê çalakiya grevê de axivîn.    'Dixwazin gelan ji hev dûr bixin'   Serpil Kemalbey anî ziman ku Leyla Guven di girtîgehê de rehîn tê girtin û wiha got:"Leylayê ji bo demokrasî û aştiyê dest bi greva birçîbûnê kir. Gelên li Tirkiyeyê dijîn di nava pêvajoyek girîng û dijwar de ne. Bi tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan dixwazin gelan ji hev dûr bixin. Kedkar, karker, jin û hemû gel li vî welatî tên çewisandin. Ji ber qeyrana aborî jidûrxistina kar, kuştinên jinan û kar li Tirkiyeyê tu kes ne rehet in. Ji bo tecrîd bê şikandin Leylayê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Divê hemû kesên piştigiriyê didin aştiyê berpirsiyarê bigirin ser xwe û ji bo bidawîkirina tecrîdê hewl bidin."   'Dixwazin gelan ji hev dûr bixin'   Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum got:"Leyla Guven ji ber sedemek mafdar dest bi greva birçîbûnê kir. Muhatabê vê yekê jî meclîs e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê gavên girîng bên avêtin. Dixwazin gelan ji hev dûr bixin. Parlamenter ji bo pirsgirêkên gel çareser bikin li meclîsê ne. Loma divê meclîs deng bide çalakiya Leyla Guven.Divê rêya aştî û demokrasiyê bê vekirin."   'Heta ku daxwaza Leyla Guven pêk were em ê çalakiyên xwe bidomînin'   Parlamentera HDP'ê ya Muşê Şevin Coşkun serîhilana Leyla Guven a bi wate slav kir û wiha got:"Leyla Guven endamek meclîsê ye lê hîn di girtîgehê de ye. Em daxwaz dikin ku hemû endamên meclîsê deng bidin çalakiya Leyla Guven. Heta ku daxwaza Leyla Guven pêk were em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo tecrîd û şer bi dawî bibe divê hemû kes piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."