Namzeta jin a ji bo keyetiyê: Divê em jin berê jixwe bawer bin 2018-12-05 09:07:55   DÊRSIM - Şilan Aslan a ku 22 salî ye ji bo bibe keyeya Gundê Pulumurê yê Ovacika Dêrsimê karê ji bo sêrîlêdanê da destpêkirin. Şîlanê bang li jinan kir û got:"Divê em jin berê jixwe bawer bikin. Dema em vê yekê bizanibin û em wiha tev bigerin em ê mecbûrî tu kesî nemînin."   Partiyan ji bo hilbijartinên ku dê di 31'ê Adara 2019'an de pêk werin xebatên xwe yên ji bo diyarkirina namzetan didomînin. Ji bo keyetiyê jî serîlêdan didomin. Jinên Dêrsimê jî ji bo keyetiyê serî lê didin. Şilan Aslan a ku di 1994'an de mecbûr ma ku ji gundê xwe koç bike niha ji bo keyetiya Gundê Buzlutepeya Pulurê ya Dêrsimê serî lê da.    'Ez dixwazim hişmendiyê bi jinan bidim qezençkirin'   Şilanê da zanîn ku dema ew bibe keye ew dixwaze herî zêde derbarê jin û zarokan de xebatan bike û wiha got:"Min li liseya pişeyê xwend. Min beşa gihaştina zarokan qedandiye. Li vir jin ji ber kar û barê xwe zêd demê nikarin ji zarokên xwe re veqetînin. Loma ez ê hewl bidim ku derfetan ava bikim ku jin û zarok bi hev re demê bikaribin derbas bikin. Berê jinan nedixwestin ez ji bo keyetiyê bibim namzet. Ez dixwazim hişmendiyê bi jinan bidim qezençkirin."   'Dema ku ez dibînim hinek bi zimanê dayikê diaxivin ez kêfxweş dibim'   Şilanê wiha domand:"Dema ez diçim bajêr ez bêriya gund dikim. Ez bêriya kesên temenbilind ên ku çefiyê li dora stuyê xwe digerînin dikim. Dema ez yekî ku şelwer li xwe kiriye dibînim ez dixwazim pê re sohbetê bikim. Cihekî ku sîstemê hîn kêm mudaxale kiriye dixwazim bijîm. Dema ku ez dibînim hinek bi zimanê dayikê diaxivin ez kêfxweş dibim. Divê em jin berê jixwe bawer bikin. Dema em vê yekê bizanibin û em wiha tev bigerin em ê mecbûrî tu kesî nemînin."