Parlamenterên HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin 2018-12-04 14:41:12   ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û 9 parlamenterên HDP'ê li Meclîsê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Buldan, diyar kir ku cihê herî zêde meseleya tecrîdê bê niqaşkirin meclîs e û ji ber vê yekê li meclîsê dikevin grevê.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û 9 parlamenterên HDP'ê, bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven li meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya grevê li salona Koma HDP'ê piştî civîna Koma HDP'ê dest pê kir. Çalakî dê 2 rojan berdewam bike.    Beriya çalakiyê Pervîn, axaftinek kurd kir û wiha got: "Leyla Guven 27 rojin li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ketiye grevê. Birêz Leyla Guven bi armanca dawî li tecrîdê bê dest bi çalakiyê kiriye. Em jî dixwazin piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven. Tecrid ne pirsgirêka Leyla Guven tenê ye. Ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye jî. Tecrîd pirsgirêka Tirkiye ye. Pirsgireka Gelê Tirkiyeyê ye. Tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirina helû gelê Tirkiyeyê ye. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên Tirkiye çareser nabin. Ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Birêz Abdullah Ocalan 3 salên dawî di bin tecrîda mutlak de tê girtin. Em dibêjin divê herî zêde tecrîd li meclîsê bê niqaşkirin. Ji bo vê yekê jî em vê çalakiyê li meclîsê pêk tînin. Divê teqez her kes guh bide vê çalakiyê û hestiyar tevbigerin. Rakirina tecridê ji bo pêşeroj û îstîkrara Tirkiye pir girîng e. Heta niha der barê çalakiya Leyla Guven de Wezîrê dadê heta niha bi tu kesan re hevdîtin pêk neanîye"    Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan û 9 parlamenterên HDP'ê yên ketin grevê wiha ne: "Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Mîthat Sancar, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Kemal Bulbul, Şevin Coşkun, Serpîl Kemalbay, Habip Eksik, Zuleyha Gulum û Erdal Aydemir."