Hamîde Yîgît: Li dijî krîza li Sûriyeyê polîtîka herî baş Kurdan pêş xist 2018-11-30 09:05:37   AMED - Pispora Rojhilata Navîn Nivîskar Hamîde Yîgît diyar kir ku kapîtalîst ji bo krîza hegomon derbas bikin berê xwe dane Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Sûriyeyê û li dijî vê krîzê polîtîkaya herî baş Kurdan pêş xistiye.   Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir ku kapîtalîzm li Sûriyeyê têk çûye û yên bi ser ketine jî Kurd in û gelên berxwe dide ne.   Hamîdeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku kapîtalîzm ji bo kaosan hatiye afirandin û wiha got: “Desthilatdariyan ji bo hebûna wan bê berdewam kirin, polîtîkayên paşverû û oldar pêk anîne. Ji ber vê jî gelê di nav kapîtalîzmê de nikarin bîhna xwe bigirin, berê xwe dan aliyekî din lê dîsa pergala kapîtalîst derî vekir. Ev jî Îslama Radîkal bû.Di pergala kapîtalîst de hegemonek, du global hebû. Îro kapîtalîzm krîzek mezin dijî. Di navbera du aliyan de li aliyekî Çîn û Rûsya, li aliyekê jî NATO, di navbera du hêzên global de krîza hegemon tê jiyîn. Ji bo ev krîz bê çareserkirin kapîtalîstan berê xwe da Rojhilata Navîn. Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên bingehîn hene. Yek ji van jî feraseta tekfîr e. Ev feraset hatiye rewşa pirsgirêka sereke.”    ‘Li Sûriyeyê polîtîka herî baş Kurdan pêş xist’   Hamîdeyê destnîşan kir ku di krîza li Sûriyeyê hat jiyîn de polîtîkaya herî baş Kurdan pêş xistiye û wiha got: “Tevgera azadiya Kurd ji destpêka vê krîzê de, di pozîsyonek wisa de bû;dikare mudaxaleyek empertalîst pêk bê. Ligel vê krîza rejîmê jî heye. Ji ber vê di pozîsyonek, ne ligel ne jî dijber de bû. Vê pozîsyona tevgera Azadiya Kurd tiştekî girîng ava kir. Hêzên xwe yên çekdarî yanî yekîneyên parastina gel ava kir. Yên di şer de bi ser ketin Kurd bûn. Jinên Kurd, Ereb, Durzî çekên xwe girtin û ev der veguhertin cihekî din. Nîşan dan ku ev erdnîgarî êdî ne erdnîgariyek ku bikeve destê emperyalîstan û li gorî wan bi teşe bibe. Pergala li Rojava ketiye meriyetê jî modelek li dijî hêzên dijdemokratîk e. Vê pergalê ji gelên Rojhiata Navîn re modelek ava kir.”