‘Ger em xebatên xwe bişînin nîvê emrê we dê bi xwendinê derbas bibe’ 2018-11-29 09:08:39   ENQERE - Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku 25’ê Mijdara îsal li gorî salên din, serhildanek mijara gotinê bû û ji bo Suleyman Soylu yê ew hedef girtibûn jî wiha got: “ Em jin, wî wek kesê ku 45 saziyên jinan girtiye nas dikin. Her wiha dîsa wek kesê ku talîmata girtina parlamenterên jin daye dizanin. Ger em xebatên me meşandiye jê re bişînin wê nîvê emrê wî bi xwendina van derbas be.”   Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Hemberî Şîdeta Li ser Jinan li her çar alî Tirkiyeyê jin daketin kolanan û daxwaz anîn ziman. Jinên li Taksîmê rastî şîdeta polîsan hatin û piştî vê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu îdia kir ku jinên HDP’î şîdeta li ser jinê nakin rojeva xwe.   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, têkoşîna jinan nirxand û bertek nîşanê gotin û tehdîdên wezîrê karê hundir da.   ‘Di serdema AKP'ê de kuştina jinan zêde bû’    Dîrayetê diyar kir ku AKP ev 3 sale bi gotinên xwe yên li hemberî jinan û polîtîkayan şîdeta li ser jinê zêdetir kiriye û ji ber vê jî jin dijminahiya li dijî wan çawa zêde bûye dizanin. Dîrayetê got di vê 25’ê Mijdarê de jinan têkoşîna ku meşandine nîşan daye. Dîrayetê ev tişt bi lêv kir: “Tevî êrîşa polîsan jinan xwe nekişand. Jinan israr kir û li qadan gotina xwe gotin. Ev hefteyeke jin li qadan bernameyên 25’ê Mijdarê pêk tîne. Jinan serî hildan. Cudahiya vê salê serhildana jinan bû.”  Dîrayetê bi lêv kir ku AKP hewl dide muxalefet û çalakiyan biçewisîne û ev tişt anî ziman: “Lê ya ku demokrasî, mafên jinan û têkoşîna muxalefetê îstîsmar dike AKP ye. Ji ber vê jî sekna li dijî têkoşîna jinan a li Stenbolê jî mînaka vê ya herî şênber e. Ji ber berteka li dijî şîdetê hatiye pêşxistin, dihat wateya deşîfrekirina polîtîkayên AKP’ê. Jinan tu car dest ji daxwazên xwe bernedan.”   ‘Suleyman Soylu rewşa şênber a şîdeta li ser jinê ye’   Dîrayetê balkişand ser gotinên wezîrê karê hundir a jin û HDP’î hedef nîşan daye û anî ziman ku li dijî evqas daxwazên mafdar, pozîsyona AKP ketiyê di civakê de beramberiya wê tune ye. Dîrayetê wiha dawî lê anî: “Suleyman Soylu berê jî bi gotinên xwe jinên siyasetmedar hedef girtibû. Suleyman Soylu rewşa şênber a şîdeta li hember jinê ye. Em jin, wî wek kesê ku 45 saziyên jinan girtiye nas dikin. Her wiha dîsa wek kesê ku talîmata girtina parlamenterên jin daye dizanin. Ger em xebatên me meşandiye jê re bişînin wê nîvê emrê wî bi xwendina van derbas bibe.”