Teşîrkirina şîdeta mêr sûc e! 2018-11-28 09:05:31   Safiye Alagaş   AMED - Civaknas Halîde Turkoglu, ji ber şîdeta mêr a bi destên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn ji nû ve hatiye teşekirin, teşîr kir, rastî salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat.   Civaknas Halîde Turkoglu ji ber li ser çapemeniyên civakî Twîtter û Facebookê şîdeta mêr a li Rojhilata Navîn ji nû ve bi teşe bûye, teşîr kir, rastî salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat. Di darizandina li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat kirin de biryar hat dayîn ku Halîdeyê ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye.   Di wêneyê ku Halîdeyê li ser çapemeniya civakî parve kiriye de, wêneyê jinek YPJ’ê heye û ew jin bi çeka destê xwe li ser tabelayeke li ser çarşefa reş heye, dixe. Ev wêne bi gotara li ser Newaya Jin hatibû weşadin, parver kir. Dozgeriya Komarê ya Amedê jî der barê Halîdeyê de di Adara 2018’an de lêpirsîn da destpêkirin.   Di îdianameya ku dozger amade kir de hat îdiakirin ku ev gotar û wêne aydê ajansa me Jin Newsê ye. Hat îdiakirin bi vê propagandaya PKK/KCK’ê hatiye kirin.   Halîdeyê di darizandinê de parastina xwe kir û got parvekirinên mijara gotinê ne wê kiriye lê parvekirinên wê armanca propagandaya rêxistinê nahewîne. Heyeta dadgehê der barê Halîdeyê de ji sûcê ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ salek û 3 meh ceza birî û piştre ceza taloq kir.   Parêzerê Halîdeyê, Mehdî Ozdemîr parastin kir û diyar kir ku di parvekirinên muvekîla wê de şîdet tune ye û divê muvekîla wê bê beratkirin.