Doza ku Dîba keskîn jî jê tê darizandin hat taloqkirin 2018-11-27 12:22:23   WAN - Di doza ku Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan jî jê tên darizandin ku ji ber di serdema îlalnkirina rêveberiyên herêmî yên 2015'an de tevli daxuyaniyê bûne 24 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin kesek nehat berdan.    Li navçeya Erdîşê ya Wanê di 12’ê cotmeha 2015’an de bi hêceta beşdarî daxuyaniya “Xwerêvebirinê” bûne lêpirsîn hatibû dest pêkirin û Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan jî di nav de 24 siyasetmedarên kurd di 14’ê cotmeha 2015’an de hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn girtin. Danişîna doza siyasetmedaran li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hat dîtin.    Doz hat taloqkirin    Dadgeha bilind dozê xera kiribû û doz li dadgeha Erdîşê ji nû ve dewam dike. Siyasetmedar neanîn danişînê û bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Hevşaredar Dîba û girtiyên din îfadeyên xwe dubare kirin. Parêzeran dema dirêj a girtinê bi bîr xistin û xwestin muwekîlên wan bê berdan. Pişt re heyeta dadgehê daxwaza berdanê red kir û danişînê taloqî 18’ê sibata 2019’an kir.