Fatma Kurtullan: HDP wê bi bi golê mezin bersîvê bide spara bêrêtiyê 2018-11-26 14:02:11   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulaln derbarê pêketinên di rojevê de nirxadnin kir û wiha got: "Erdogan wekî dîrektorê komekê bernamzedê her bajarekî û parlamenterên wan dikişîne koşê û talîmatan dide wan. Erdogan dikare talîmateke çawa bide? dibe ku bibêje 'bêhtir bêrêtiyan bikin û îradeya gel desteser bikin'. Wê HDP bersîva vê spora bêrêtiyê bi golên mezin bide."   Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, li meclisê derbarê pêşketinên di rojevê de civîn ji çapemeniyê re li dar xist.  Fatma ya ku di civînê de axivî diyar kir ku hem di rojeva jinan û hem jî di ya HDP'ê de ye. Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ku ev 19 roj in di gereva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de heye û wiha berdewam kir: " Ev vê mijarê ji bo ku hem lijneya giştî û hem jî di xebatên din de çareserî jê re bê diîtin digirin dest. Li gel hemû hewldanên me çav kor û guh jî ker bûne.  Ji ber ku hevala me Leyla Guven ne li vir e meclisê bi hejmareke kêm dest bi xebatên xwe kir. Em dibêjin ku girtina wê dijqanûnî ye. Leya 19 roj jin greva birçîbûnê daye destpêkriin û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Mijara ku Leylayê girtiye dest û ji bo wê dest bi grevê kiriye ji bo Tikriyeyê jiyanî ye . Em dubare dibêjin ku Leyla Guven hestewariya civakî înşa kiriye."   'Leyla 19 roj in di greva birçîbûnê de ye'    Fatma di berdewamiyê de wiha got: "Ev grev ji bo birêz Abdullah Ocalan ê ku ev nêzî 3 salan e hatiye tecrîdkirin e û bi daxwaza rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin. Bi vê tecrîdê re Tikriye hat paşvebirin. Ev 19 roj e ku Leyla vê çalakiya xwe ya grevê berdewam dkie. Rakirina Tecrîdê tê wateya ku wê birêz Abdullah Oclaan karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em dixwazin ku serokê meclisê di vî warî de berpirsiyariyê bigire.  Em dibêjin bila meclis li endama xwe xwedî derkeve .Leyla Guven mafdar e divê tecrîd bê rakirin."   Divê ku daxwaza DMME'yê bê bicihanîn'   Fatma diyar kir ku bêhiqûqî bi dawî nabin . Hevserokê wan Selahattîn Demîrtaş ê ku bi awayê dijhiqûqî hat girtin derbarê wî de biryara DMME'yê he û divê ku Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan. Fatma wiha berdewam kir:  Fatma gotina Wezîrê Dadê ya "Biryara DMME'yê berdewamiya hiqûqa hundir e" bi bîr xist û got ku dem bi dem tiştên rast jî dibêjin û ev nêzîkatiyek rast e. Fatma got ku bêyê Tirkiye dihiqûqiyeke din bike divê li gorî biryara DMME'yê tevbigere.    'Sînyala tundiya li ser jinê ji aliyê Erdogan ve hat dayîn'   Fatma tundiya ku dih di diçalakiyên 25'ê mijdarê li jinan hat kirin jî bi bîr xist û wiha got: " Jin bi nêzîkbûna 25'ê mijdarê re her sal çalakyan li dar dixin. Vê hefteyê jî heman tişt hat kirin. Di nav vê hefteyê de jî Erdogn bi jinan re hevdîtin kir, jin li gorî anatomiya wê nirxand û got ku wekheviya jin û mêr ne pêkan e.  Erdogan bi vê gotina xwe sînyala ku bila li jinan tundî bê kirin da.  Duh jî bi li jinan bi cop hat dayîn û bi tundiyê re rûbirû man.  Lê jinan bi berxwedana xwe û bi dirûşmên "Em ji we natirsin" derseke mezin dan wan."   'Wê HDP bersiva spora bê rêtiyê bide'   Fatma derbarê danasîna namzedên HDP2ê de jî wiha got: "Ji  40 namzedên şaredartiyê tenê yek jin e. Erdogan li 2 şaredariyan jî dîsa qeyûmên wan namzed nîşan dan.  Erdogan wekî dîrektorê komekê bernamzedê her bajarekî û parlamenterên wan dikişîne koşê û talîmatan dide wan. Erdogan dikare talîmateke çawa bide? dibe ku bibêje 'bêhtir bêrêtiyan bikin û îradeya gel desteser bikin'. Wê HDP bersîva vê spora bêrêtiyê bi golên mezin bide."