Jin di rêveberiyên herêmî de bi jixwe bawer in 2018-11-26 09:05:17   MANÎSA - Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm diyar kir ku ew piştgiriyê didin projeya ‘7 keyayên jin’ a li Manîsayê û bi lêv kir ku polîtîkaya desthilatdariya heyî li holê ye, tecrubeyên Meclîsên Jinan di mekanîzmayên rêveberiyên cuda de dikare bê bikaranîn.   Meclîsa Jinan a Manîsayê beriya hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an, bi projeya ‘7 keyayên jin’ li Manîsa û 7 taxê wê xebatên xwe didomînin. Hedef jî ev e ku ne tenê pirsgirêkên jinan yek bi yek pirsgirêkên taxan tespît bikin û çareser bikin. Sekteretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm diyar kir ku ew piştgiriyê didin namzetên jin ên taxan.   Fîdanê destnîşan kir ku bi pêvajoya namzetiyên keyayan re wê di pêşerojê de di kademeyên rêveberiyê yên cuda de namzetan diyar bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vekişandina bendên li pêş jinan, wê serkeftina jinan di rêveberiyan de derkeve holê. Em niha difikirin ku hemû tecrubeyên xwe di mekanîzmayên rêveberiyên cuda de pêk bînin. Jin ne tenê der barê xwe de, derbarê hemû mijarên civakî de xwedî fikr û hêzên çareseriyê ne. Meclîsên gel cihên her kes xwe tê de diafirîneye. Me wekî jin dixwest ku meclîsên xwe jinan xwe heyî bikin. Hilbijartinên pêş me girîng in. Wê piştre hilbijartinên din jî hebin. Gelek girîng e ku jin pêşiya vê vebikin. Divê li pêş jinan astengî neyên danîn. Divê jin bên xurtkirin, pêşiya wan bê vekirin.”   Fîdanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em niha polîtîkaya desthilatdariya heyî ya der barê keyayan de dibînin. Şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin hene. Şaredarên der barê jinan de xebatên girîng dikirin, ji kar hatin girtin. Kesên ku gel hilbijartine, kes nikare dest bidê.”