‘Armanca jinan li her derê nûneriya wekhev e’ 2018-11-23 09:08:44   AMED - Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku wê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de li qadên ku nûneriya wekhev pêk nehatiye wê kêmasiyan ji holê rabikin û wiha got: “Pêvajoyeke ku ji her qadê jin tune tên hesibandin tê jiyîn. Em ê li hemû qadan kêmasiyan çareser bikin û têkoşîna xwe bimeşînin.”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bandora pergala hevserokatiyê ya li ser civakê nirxand û Tirkiye şiband girtîgeha vekirî û wiha got: “Hevserokatî li her qadê nûneriya wekhev armanc dike. Em ê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de li qadên ku nûneriya wekhev pêk nehatiye, kêmasiyan çareser bikin.”   Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku cihê jinê ya di siyasetê de di civînên mezin de nîqaş kirine û ev tişt anî ziman: “Li dijî partiya me zextên cidî hene. Yek ji qadên ku zêde êrîş tê kirin têkoşîna jinê ye. Di hilbijartinên berê de jî me bernameyek dabû ber xwe. Ji kotayê heta nûneriya wekhev têkoşîna me hebû. Niha em ketine pêvajoya hilbijartinek nû. Di vê pêvajoyê de Tirkiye veguhertine girtîgeha vekirî. Ji qada demokrasiyê bigire heta gelek qadên din têkoşîna jinan tune tê hesibandin. Qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin û destkeftiyên jinan hatin xespkirin. Desthilatdarî hewl dide modela avakirina civakî ku jinan derxistiye holê bigire û nede nîşandan.”   ‘Armanc nûneriya wekhev e’   Salîhayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wan di nûneriya wekhev a siyasetê de xebatên girîng pêk anîne û wiha got: “Qada têkoşînê ya li cîhanê yekem e. Em ê di hilbijartinên herêmî de nûneriya wekhev li hemû qadan bidin pêş. Em ê li qadên ku nûneriya wekhev baş nehatiye îfadekirin kêmasiyan ji holê rakin û têkoşîna xwe bimeşînin.”