Li dijî tehdîda qeyûm bertek:Em ê bên hilbijartin lê hûn ancax bên tayînkirin 2018-11-22 09:06:47   AMED - Endama PM'ê ya DBP’ê Semîre Kut, diyar kir ku tevî polîtîkayên zext û tirsê yên AKP’ê wê gelê Kurd îradeya xwe li ser sindoqan derxe holê û wiha got: “Ger namzetê me bê hilbijartin û qeyûm dîsa bê tayînkirin ev wê şerma AKP’ê be. Tu zext û êrîş wê gel neçewisîne.”   HDP’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an starta xebatan da. Endama PM'ê ya DBP’ê Semîre Kut der barê hilbijartinan de nirxandin kir û diyar kir ku AKP beriya hilbijartinan dîsa hewl dide polîtîkaya tirsê bike meriyetê.   Semîreyê diyar kir ku di hilbijartinên 2014’an de bi pergala fermuarê pergalek nû dane destpêkirin û wiha got: “Ev jî di şaredariyan de pergala hevserokatiyê bû. Dema me ev pergal ava kir, me ji her kesî nêrîn girt. Me di navbera jin û mêr de nûneriya wekhev pêk anî. Piştî di şaredariyê de pergal rûnişt xebat jî baş meşiyan. Tevî kêmasiyan me xebatên xurt kir. Rastiyek wisa heye;tevî hemû zextên dewletê, derfetên kêm, hevşaredarên me xebatên mezin meşandin. Ji bo jin, ciwan û zarokan navend vekirin. Di xebatên çandî de projeyên girîng pêk anîn. Ji bo jinan qadên xebatê hatin avakirin. Ji ber vê yekê hevşaredarên me bû hedefa AKP’ê.”   ‘Jin wê rol û mîsyona xwe bilîzin’   Semîreyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku mufetîşên tu car ji şaredariyan dernediketin hêmayek sûc nedîtine û tevî vê jî hevşaredar bi nelêrêtiyê sûcdar kirine û wiha dawî lê anî: “Em heta niha li ser navê DBP’ê beşdarî hilbijartinê dibûn. Em ê vê demê li ser navê HDP’ê beşdar bibin. Em ê mil bidin hev û beşdarî hilbijartinê bibin. Tu zext wê bi gel şûnde gavê nede avêtin. Wê îradeya gel polîtîkaya AKP’ê vala derxîne. Ger namzetê me bê hilbijartin û qeyûm dîsa bê tayînkirin ev wê şerma AKP’ê be. Tu zext û êrîş wê gel neçewisîne.”