Qayûmê ji bo hilbijartinê kolanan dixemilîne pişta xwe dide kuçe û taxan 2018-11-21 09:06:03   MÊRDÎN - Piştî ku qayûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin  ji wê rojê û şûnve ji bo reklama xwe bike li kolananên ber bi çav dest bi xebatên xapînok kir. Lê tax kuçeyên  Mêrdînê yên ku li ber çavan nînin di nava gelaşê de ne û kevirên wan hemû rabûne.   Di 17’ê Mijdara 2017’an de piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, ji bo ku reklama xwe bike dest bi xebatên ku gel dixapîne kir. Qeyûm ev xebatên xwe yên xebpînok bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî ku wê bên kirin re zêde kirin. Lê kuçe û taxên ku ne li ber çavan e gel di nava gelaşê de dijî û kevirên parkê yên li kuçeyan hemû rabûne.  Ji ber vê rewşê erebe ji kolanan nikarin derbas bibin, zarok nikarin bilîzin û mirov nikare li kolanê bimeşe. Bêhna gelaşê û qirêjiyê  li kolanan belav bûye. Ji ber van xebatên xapînok ên qeyûm niştecihên li kolan û taxa Kabala,  Tabiyê, Yenî Yol, Velî Ozan û cihên din ku xebat li wan nayên kirin in jiyan li wan hatiye herimandin û nema dikarin derkevin ber deriyên xwe.    Xebatên mijûlkirinê   Qeyûmê ku çavên xwe girtiye, naxwaze ku tax û kolanên xirabe û di nava gelaşê de bibîne, li Parqa Karayollari ya ku şînahî û dar lê zêde ne wekî ku niha nû dike ji bo ku gel bixapîne carekedin xebatên mijûlkirinê lê dane destpêkirin.