‘Emê di 25’ê Mijdarê de bibin dengê Leyla Guven’ 2018-11-17 09:29:59   Rengîn Azîzoglu   WAN-Muazzez Orhan a HDP’î diyar kir ku ew xwedî li greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP2ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya ketiye roja 10’emîn derdikevin û wiha got: “Di 25’ê Mijdarê de li qadan em her yek wê dengê Leyla Guven bidin bihistin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye û bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bike dabû destpêkirin ket roja 10’emîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku ew xwedî li sekna Leyla Guven derdikevin û ji vir şûnde jî wê têkoşîna xwe bidomînin.   ‘Desthilatdarî hewl dide jinê biçewisîne’   Muazzezê got AKP hewl dide HDP’ê marjînal û terorîze bike û wiha pê de çû: “Ji ber vê li dijî xebatkar, rêveberên HDP’ê, hevşaredar û parlamenteran dihiqûqî didome. HDP ya mîsyona ku partiya jinê hilgirtiye, bi hişmendiya zîhniyeta serdest ya mêran biguhere têkoşînê dide. Desthilatdarî jî vê dizane. Bi polîtîkayan hewl dide jinan bitirsîne. Bi girtinê hewl didin wan ji siyasetê dur bixin.”   ‘BÊdadî carek din derxist holê’   Muazzezê destnîşan kir ku Leyla Guven di runiştina xwe ya 7’ê mijdarê de çûyîna bi kelepçe qebûl nekiriye û wiha berdewam kir: “Helwesta Leylayê di vir pir girînge. Em wek jinên HDP’ê xwedî li sekna Leylayê derdikevin. Em wê silav dikin. Di 25’ê Mijdarê de li qadan em her yek wê dengê Leyla Guven bidin bihistin.”