‘Pêkanînên li kolanê girêdayê Îmraliyê ne’ 2018-11-16 09:12:28   Berîtan Canozer   AMED - Ebru Gunay a HDP’î diyar kir ku bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê hemû civakê ve hatiye hîskirin û wiha got: “Tecrîd ji aliyê hikûmetê ve wek rêbaz tê dîtin. Pergala îmraliyê li ser yekbûnê hat avakirin. Mantika qedexeyên derketina derve jî ji tecrîdê tê.”   Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê û parêzera Abdullah Ocalan, Ebru Gunay, bandora tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinê nirxand.   Ebruyê bi lêv kir ku tecrîd bi tena serê xwe travmayek girane û wiha berdewam kir: “Di hiqûqa navnetewyî de tecrîd hema wisa pêk nayê. Di biryarên Dadgeha Mafê Mirovana Ewropayê de yên der barê Tirkiyeyê de tê gotin ku şertên Îmraliyê tecrîdin. Lê ev biryar têr dikin? Têrî vegotina rewşa heyî dike? Na têr nake. Êdî em ji Îmraliyê bi tu awayî agahî nagirin.”   ‘Tecrîd sîstematîk bû’   Ebruyê destnîşan kir ku dema herî bê ragîhandina dîroka Îmraliyê dijîn û ev tişt vegot: “Tecrîd veguheriye rewşek sîstîmatîk. Divê ev belav bibe. Ji dema ku girtiyên din çûne Îmraliyê, bi malbat û parêzeran re hevdîtin nekirine û ji mafên xwe yên din fêde negirtine.Ji Îmraliyê du kes surgunê girtîgeha Sîlîvriyê kirin. Bêguman li wir jî pirsgirêkan dijîn lê qe nebe bi malbatan re dikarin hevdîtinan bikin. Bêguman tecrîd ji aliyê hikûmetê ve wek rêbaz tê dîtin. AKP ji 2002’an heta niha ji her tiştên grava Îmraliyê berpirse. Mantika qedexeyên derketina derve jî bi giştî ji tecrîdkirinê tê.”   ‘Bandorê li hemû civak û jinan dike’   Ebruyê wiha berdewam kir: “Bandora tecrîdê di hemû civakê de tê hîskirin. Di esasê de jin û civak ji kurahî tecrîdê hîs dikin.Tecrîd pisgirêkek ku girêdayê nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurde.”