Pervîn Buldan: Wê dengekî me jî nebe mijara bazariyê 2018-11-13 14:22:10   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di koma partiya xwe de geşedanên dawî nirxand û bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye grevê.   Pervîn, anî ziman ku çalakiya Leyla Guven ji bo wan rexneyek bi wate ye û çalakî slav kir. Pervîn xwest ku her kes li çalakiya Leyla Guven xwedî derkevin. Pervîn, bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û wiha got: "Beriya pêvajoyê xera bikin û Birêz Ocalan tecrîd bikin xwîn nedirijiya. Cenaze nediçûn ji  malbatan re. Lê piştî tercîdê xwîn rijiya û cenaze diçin ji malbatan re. Divê bi lez dawî li vê tecrîdê bînin.     Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê geşedanên dawî nirxandin. Pervîn Buldan, zextên li ser HDP'ê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tundiya li ser karkeran û polîtîkaya hikûmetê ya desteserkirina şaredariyan rexne kir.Pervîn, destnîşan kir ku her dem têkoşîna wan a li dijî zilm, tundî, şer û faşîzmê berdewam kiriye û dê ji niha û şûnde jî li dijî zilm, faşîzm, dizî, talankirin û wêrankirinê heviyên xwe biparêzin û bi biryar û wêrekî têkoşina xwe berdewam bikin.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ewil sersaxî ji dayika pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, Kebîre Dogan re xwest. Buldan, bal kişand ser darvekirina Seyit Riza û wiha got: "Temenê Seyit Riza biçûk kirin û temenê kurê wî jî mezin kirin. Ewil kurê wî li ber çavê wî darve kirin. Êşa kurê wî bi wî dan jiyandin. Seyit Riza got 'Ez bi hîleyê we re derneketim serî, ev ji bo min bû derd. Ez jî li hemberî we serî natewînim, bila ev ji were bibe derd.' Ez di şexsê Seyit Riza de hemû berxwedêrên kurd ên hatin kuştin bibîr tînim."     'Wê têkoşîna me berdewam bike'   Pervîn, bal kişand ser kongreyên HDP'ê û wiha got: "Tevî hemû zext û tundiya li ser partiya me, xebatên partiya me bi tempoyek mezin berdewam dike. Tevî hemû zextan bi tempoyek mezin têkoşîna me berdewam dike. Biryar û wêrekiyek mezin heye. Tu hêz nikare vê wêrekî û biryara me bişkîne."    '31'yê Adarê dê bibe  bahara gelan û payiza qeyûman'   Pervîn, bal kişand ser nelirêtiya qeyûman û wiha lê zêde kir: "Nelirêtiya herî mezin Qeyûma Wanê kiriye. Qeyûma wanê lêçûna 300 hezar tl  wekî 3.5 milyon tl razandiye nîşan daye. Nelirêtî, dizî û binpêkirina qeyûman bi gotinê bi dawî nabe. Em soz didin gelê xwe yên ku qeyûm şaredarî destteser kirine. Di 31'ê Adarê de bi şertê ku li Enqereyê bên darizandin em dê wan bişinin Enqereyê. Dê li şûna wan hevşaredar rûnên. Em dê hesabê pereyên dizîne bipirsin. Em dê hemû diziya kirine hesabê hemû qurişî ji wan bipirsin û dîsa têxin xizmeta gel. 31'ê Adarê dê bibe bahara gelan û bibe payiza qeyûman. Dê wekî darên payizî pelê wan diweşin yek bi qek biweşin. Dê bibe rengê gelan. Em ne muzakereyan, têkoşînê bi AKP'ê re dikin. Em têkoşîna jêrzemînên li Cizîrê, zarokên li Roboskê perçe bûn û cenazeyên li ser pişta hespan bar kirin, karkerên li Soma hatin kuştin û karkerên Balafirgeha 3'emîn tidemîşin.    'Em bi feraseta xwîn rij re hevdîtinê nakin'   Pervîn, destnişan kir ku ew bi hişmendiya xwînrij re hevdîtinê nake û wiha got: "Feraseta ku Hevserokên HDP'ê Sehelattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, wekîl Îdrîs Baluken, Gulser Yildirim, Abdullah Zeytan, Hevserokên DBP'ê Sebahat Tuncel, Mehmet Arslan, Hevşaredar Gultan Kişanak û bi sedan siyasetmedar di zîndanan de dîl girtine tu carî em bi wan re hevdîtin nakin. Kesên ku darbeyê dike firsend û li dijî karker, kedkar, karmend, bijîşk, mamosteyan bikar tîne û bi sed hezaran îxrac dike qebûl nakin. Kesên ku di şibakeyên stûr û li pişt diwarên sitûr de li gel binerin nikarin rastiya gel bibînin. Nikarin krîza aborî bibînin. Tenê armanca wan îktîdara xwe û hevkarên xwe li ser piyan bihêlin. Em bi feraseta ku xwîna gelan dide rijandin re tu carî hevditin nakin."   Berxwedana Perwîn hat slavkirin    Pervîn bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û pêvajoya aştiyê û wiha got: "Dema bi Birêz Ocalan re hevdîtin dihat kirin xwîn nedirjiya. Cenaze nediçû tu malan. Lê bi taybetî piştî AKP'ê pêvajo xera kir dîsa şer dest pê kir. Dîsa cenaze çûn malan. Piştî AKP'ê pêvajo xera kir tecrîdê dest pê kir. Bê hiqûqî berdewam kir. Şerê li dervê sînor hat destpêkirin. Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî hiqûqê hat girtin.  Birêz Leyla diyar kir ku tecrîd li dijî hiqûqê ye. Li dijî gel e. Got 'Ez vê tecrîdê qebûl nakim' û wê jî dest bi grevê kir. Ez carek din wê silav dikim. Em piştgiryê didin. Em çalakiya Leyla wekî rexneyek bi wate dibînin. Pir bi nirx e. Çalakiya Leyla ne ji bo daxwazên wê yên şexsî ye. Li dijî tecrîdkirina Ocalan û gelan e. Çalakiya wê bêtir berpirsiyarê dide ser me. Rexneyek pir bi wate ye. Em bang li her kesî dikin ku bêtir bi Birêz Leyla re di nava piştevaniyê de bin."