'Em ê Akdenîzê ji qeyûm bigirin' 2018-11-13 09:12:10   MERSÎN - Hevserokên HDP û DBP’ê diyar kirin ku di hilbijartinan de li Mersînê ji xwe bawer in û gotin li metropolên Tirkiyeyê yekane şaredariya ku DBP qezenc dike şaredariya Akdenîz a Mersînê ye û gotin wê şaredariyê ji qeyûm bigirin.   Piştî komxebata Rêveberiyên Herêmî ya ji aliyê HDP’ê ve di 20’ê cotmehê de li Amedê pêk hat şûnde li bajaran tevgera hilbijartinê hat destpêkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de DBP’ê li bajarên Kurdan serkeftinek mezin bi dest xistin û li metropolên Tirkiyeyê jî Akdenîz a Mersînê qezenc kir. Lê hema hema hemû şaredariyên DBP’ê qeyûm lê hatin bicihkirin. Hedefa HDP’ê ya niha ev e ku şaredariyên ku qeyûm tayîn bûne şûnde bigirin.   ‘Qezenckirina Mersînê girîng e’   Hevseroka DBP’a Mersînê Bedriye Kuş destnîşan kir ku şaredariya Akdenîzê ya bi xebatek mezin hat girtin, ji aliyê qeyûm ve hatiye xespkirin û wiha got: “Me dest bi xebatên xwe kiriye. Li Metropolên Tirkiyeyê tenê me şaredariya Akdenîzê qezenc kiribû. Di vî alî de gelek girîng e. Me di encama ked û fedakariyek mezin de şaredariya Akdenîzê girtibû.”   ‘Serkeftina jinan qebûl nekirin’   Bedriyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji aliyê qeyûman ve li dijî têkoşîna jinê êrîş pêk hatine û wiha pê de çû: “Şaredariya Akdenîzê jî wek şaredariyên me yên din xebatek zelal meşandiye. Xebatên me bûn hedefa pergalê. Qeyûm tayîn kirin. Yekîneyên jinan ên di bin banê şaredariyê de hatin girtin û saziyên jinan bû hedefa êrîşan. Xebatên jinan serkeftina jinan nehat hezmkirin. Wê gelê Mersînê di 31’ê Adarê de bersiva hewce dike bide. Em ê têkoşîna xwe bê navber bimeşînin.”   ‘Em ê saziyên jinan dîsa vebikin’   Hevseroka HDP’a Mersînê Zelal Onen jî daxuyakirin ku ew di hilbijartinên herêmî de ji xwe bawer in û got piştî xebatê fîzîbîlîteyê wê bi namzetan re xebatan bimeşînin. Zelalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê hemû şaredariyên xwe yên ku qeyûm lê bi cih bûne û gelekên din bigirin. Em ji xwe bawer in. Ji ber em xebatên xwe bi gel re dimeşînin. Em ê dîsa ji nû ve saziyên jinan vebikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan jî bidomînin.”