‘Gel şaredariya ku nikare biçê wê çi bike’ 2018-11-12 09:12:07   AMED - Hevşaredara Qilabanê ya ku qeyûm tayînî şûna wê bûye, Zeynep Uren, diyar kir ku wê di hilbijartinan de bi îradeyek xurt derkeve holê û wiha got: "Em ê li dijî tehdîdan serî netewînin. Ne namzetên AKP’ê, wê namzetên ku gelê me dixwazin, namzetiya wan bê danîn."   Amadekariyên hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2019’an de pêk tên dest pê kirin. Îsal li şûna DBP’ê wê HDP bikeve hilbijartinên herêmî.   ‘Divê em şaredariyên xwe ji dagikeran bigirin’   Hevşaredara Qilabanê ya HDP’ê Zeynep Uren bal kişand ser pêvajoya ku zext derketine asta herî jor û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm tayînî ser ziman, çand û dîroka me kirine. Her derê aydê me girtine û xebatên me hatine sekinandin. Xwezaya me tê talankirin. Gelê me di vî alî de bedelên mezin dane û êşên mezin jiyane. Em ê di vê hilbijartinê de bi HDP’ê re li herêmê bixebitin û hemû saziyên xwe yên hatine girtin ji nû ve vebikin û di vî alî de bê navber bixebitin. Em neçar in şaredariyên xwe yên hatine dagirkirin şûnde bigirin.”   Zeynebê her wiha balkişand ser gotinên Tayyîp Erdogan yên wekê ‘kesên têkiliya wan bi terorê heye em ê qeyûm tayinî şûna wan bikin’ û wiha bertek nîşan da: "Bi tehdîdan dixwazin pêşiya me bigirin. Gelê me wê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em bi tu awayî tehdîdan nakin xem. Partiya me û gelê me kê bike namzet em ê dengên xwe bidin wan. Wê gel namzetên xwe diyar bike. Gel ji qeyûman pir nerehet in. Ew ê namzetê AKP û dewletê dernekevin."   ‘Wê jin bibin pêşeng’   Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li her derê Tirkiyeyê em ê wekî HDP îradeyek xurt derxin holê. Em ê dijminê xwe kêfxweş nekin. Bi taybet wê jin pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Pêşengên rastî û yekitiyê wê jin bin. Divê li dijî zilmê her kes li dora HDP’ê bibe yek.”