‘Me raye ji gelê Payîzavayê kir, em li ser karê xwe ne’ 2018-11-11 09:09:20   AMED - Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê bû, piştî ku salekê di girtîgehê de ma û derket, li Payîzava xebatên xwe berdewam kir. Yildizê da zanîn ku gel heta hilbijartinên herêmî yên 2019’an raye daye wan û wiha got: “Em li ser peywira xwe ne. Bi qeyûman îradeya gelê Kurd nikare bê tunekirin.”   Di 3’ê Sibata 2017’an de qeyûm tayînê şaredariya Payîzava ya Wanê hat kirin û piştî vê hevşaredara Payîzava Yildiz Çetîn jî hat girtin. Yildiz ya salekê di girtîgehê de ma, piştî hat tahliyekirin şûnde bi gelê Payîzava re xebatên xwe berdewam kir. Yildizê bi lêv kir ku qeyûmê tayînê şûna wê bûye şaredarî kiriye xwedî deyn û got îradeya gel tune hatiye hesibandin.   ‘Bila nebêjin vana şûnde gavê davêjin’   Yildizê daxuyakirin ku gel heta sala 2019’an îradeya xwe teslîmê wan kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê em xebatan didomînin. Em ji ber polîtîkayên qeyûm û girtinan şûnde gavê navêjin. Xebatek xweser ya qeyûman tune ye. Di encama plansaziya me ya 5 salan de îhaleyên projeyên me hebûn û vana pêk tînin. Xebatek aydê wan tune. Heta gelek ereziyên şaredariyê hatine firotin. Şaredarî kirine bin deyn û xebatan dimeşînin. Xebatek wan ya li ber çavan tune. qeyûm projeyên me yên nîvco mane temam dike.”   ‘Gel qeyûm rewa nabîne’   Yildizê her wiha destnîşan kir ku gel li dijî qeyûman bi hêrse, qeyûman rewa nabînin û wiha berdewam kir: “Cihên ku em diçinê gel ji me re vê dibêje; Rexneyên me hebûna jî em bi rehetî diçûn şaredariyê û dihatin. Niha şaredarî di bin siya polîsan de ye. Em dixwazin kesên me hilbijartine bên.’ Yanî bi qeyûman re tiştek wisa derket holê. Li dijî polîtîkayên zextê hêrsek mezin a gel derketiye holê. Tevî her tiştî gelê Kurd wê îradeya xwe teslîmê qeyûman neke û wê nikaribin pêşî li îradeya Kurd bigirin. Emê ji cihê maye berdewam bikin.”