‘Dîroka rizgarbûna me diyar e’ 2018-11-07 09:11:41   WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên wan bûne, şaredarî êdî ne yê gel in û got ew 31’ê Adara 2019’an dipên. Jinan got ewil şaredarî bi dîwarên beton dorpêç kirine û got dîroka rizgarbûna wan a ji qayyum nêz e.   YSK’ê di rojnameya fermî de îlan kir ku wê hilbijartinên herêmî di 31’ê Adara 2019’an de pêk bên. Piştî vê her kesî berê xwe da hilbijartinan. DBP ya ku hema hema li hemû şaredariyên wê qeyûm tayîn kirin, dibêje wê şaredariyên xwe dîsa bigire. Li Wanê jî ji 14 şaredariyan 12 şaredarî qeyûm lê hatibûn tayînkirin. Jinan bertek nîşanî vê rewşê dan û rojeva hilbijartinê nirxandin.   Jina bi navê Kiymet Derelî ya li Xaçort a Îpekyol a Wanê dijî, li dijî tunekirina îradeya wan bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Kesên me nas ne dikirin anîn şaredariyên me. Şaredariyên me ewil bi betonan dorpêç kirin. Polîs, TOMA, wesayîtên zirxî danîn ber derî. Em nikarin tu pirsgirêkên xwe bînin ziman.”   ‘Ew dîsa qeyûm tayîn bikin jî em ê dîsa deng bidin îradeya xwe’   Selma Gazîoglu ya li heman taxê rûdinê wiha got: “Em qeyûman naxwazin. Ev 3 sale tax her tim di bin zexta polîsan de ye. Şîdetê li jin û zarokan dike. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Vê jî ji bo me zêde dibînin. Dîsa qeyûm tayîn bikin jî em ê dîsa deng bidin îradeya xwe.”   Turkan Gur jî destnîşan kir ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha tu xizmet ji bo wan nehatiye kirin û her wiha bi lêv kir ku ew dîroka ku ji qeyûm xilas bibin dipên.