Leyla Gûven:Dê berxwedana me teqez serbikeve 2018-11-05 13:11:52   COLEMÊRG - Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê bi dirûşma “Em ê bi rêxistinê azad bibin” kongre li dar xist.   Li Colemêrgê bi tevlîbûna parlementerên HDP`ê Bedîa Ozgokçe, Omer Ocalan, Hevserokê KCD`ê Bedran Ozturk,rêxistinên HDP û DBP navend û navçeyan li qada simbilê HDP'ê bi dirûşma "Em ê bi rêxistinê azd bibin" kongreya xwe li dar xist.    Bernameya kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nameya Parlementera HDP`ê ya girtî Leyla Gûven ji aliyê endama meclîsa partiya DBP`ê Şehzade Kurt ve hat xwendin. Leylayê diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşan li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got:“Em wekî gelê kurd pêvajoyeke mezin derbas dikin. Di dírokê de îro em li dijî hemû êrîş û politikayên têkbirinê bi biryareke mezin li ber xwe didin. Li dijî êrîşan em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrît her roj giran dibe. Li hemberî politîkayên dîlgirtinê û  komployên navneteweyî em ê bi rûmet têkoşîna xwe bidomînin. Bêgûmn têkoşîna me dê hêzên desthilatdar têk bibe û dê me ber bi serkeftina têkoşînê ve bibe. Li hemberî siyaseta me ya Demokratîk her roj êrîşên xwe zêde dikin em ê bi ser bikevîn û serkeftin a me ye. Ez rêveberiya nû pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.”   Piştre Parlementerê  HDP`ê Omer Ocalan axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û got ku ev tecrît li dijî gelê kurd e û divê ku tecrîd bê şindin.    Piştî axaftinan ji bo hevserokatiya HDP`a Colemêrêgê Zeynep Kaya û Sînan Kaya hatin hilbijartin.    Bername bi konsera hûnermend Xecê bi dawî bû.