‘HDP dikare pêşî li sazîbûna faşîzmê bigire’ 2018-11-05 09:14:04   AMED - Rêvebera DBP’a Amedê Sevîm Adsoy diyar kir ku ji bo hilbijartinên herêmî xebatên fîzîbîlîte dane destpêkirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku faşîzm bibe sazî û ya pêşî li vê bigire jî HDP ye. Hevşaredên me hatine girtin, em dikarin 3’an bikin 15 û 96. Di vê nokteyê de tirsa me tune ye.”   DBP’ê ji bo hilbijartinên herêmî yê 31’ê Adara 2019’an starda xebatan da. Rêvebera DBP’a Amedê Sevîm Adsoy balkişand ser girîngiya hilbijartinan û got dest bi xebatan kirine.   Sevîmê wiha got: “Em gelek girîngiyê didin hilbijartinan. Em bi polîtîkayên xwe dîsa şaredariyan bigirin û armanca me ev e ku em destkeftiyên xwe mezin bikin. Xebatên me tu car ji gel qut nemeşiyan. Hevalên me yên rêveber hemû di nav gel de bûn.”   ‘Me civînên fîzîbîlîte dan destpêkirin’   Sevîmê daxuyakirin ku tu car bi feraseta rêveberiya dewletê re li hev nekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînaka vê ya herî şênber pergala hevserokatiyê ye. Em polîtîka û planek ku dişibe ya wan nakin. Em her tim li gorî daxwaza herêmî polîtîka û siyasetê dikin. Îro xebatên me jî di vî alî de ne. Me niha civînên fîzîbîlîteyê dane destpêkirin.”   Sevîmê destnîşan kir ku tenê der barê Kurdistanê de polîtîkayan naşopînin û wiha pê de çû: “Em hem li Kurdistanê hem li Tirkiyeyê polîtîkayan dişopînin. Em li qada Tirkiyeyê polîtîkayan pêş dixînin. Îro bi destê hikûmetê faşîzm zêdetir tê sazîkirin. Di rêveberiyên herêmî de dixwazin vê bikin. Me bi taybet bi jinan re îmze avêtin xebatên girîng. Em ê bi taybet bi jinan re li cem hev bin. Em bi hişmendiya ‘jin azad be civak jî azad dibe’ tev digerin û bi pêkanîna plan û çalakiyan em ê biçin hilbijartinan.”   ‘Em ê bersiva herî baş li ser sindoqan bidin’   Sevîmê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li gelek deverên Rojhilata Navîn û cîhanê hawirek kaosê heye û wiha dawî lê anî: “Li Tirkiyeyê jî hewl tê dayîn faşîzmê bikin sazî. Tenê HDP dikare pêşî li vê bigire. Ji ber vê rêveberiyên herêmî ji bo gel pir cidî ye. Navend, desthilatrî xwe ji herêman xwedî dikin û vê jî dizanin. Ji ber vê jî Kurdistana ku bi tu car qezenc nekirin, qeyûm tayînê wir kirin. Îro dibêjin wê berdewama wê bînin. Em ê bi bi destkeftiyên mezin li ser sindoqan bersiva herî xweş bidin wan.”