Pervîn Buldan: Darbeya 4'ê Mijdarê berdewama 15'ê tîrmehê ye 2018-11-04 13:48:52   ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan ku operasyonên 4'ê Mijdarê ên li dijî HDP'ê wekî berdewamiya darbeyek 15'ê Tîrmehê bi nav kirin wiha got: "HDP her roj ku derbas bû mezin bû, wekî partî dest ji hêvîdayîn û cesaretdayîna xwe berneda."   Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, li Navenda Giştî ya Partiya Xwe, derbarê 2'emîn salvegera  oprasyonên 4'ê Mijdarê de civîna çapemeniyê kirin. Di civîna hat kirin de Pervîn axivî û wiha got: "Berî bi 2 salan îro di 4'ê Mijdara 2016'an de hevserokên partiya me û hevalên me yên parlamenter bi oprasyoneke nîvê şevê ku hat kirin hatin binçavkirin û girtin. îro duyemîn salvegera vê oprasyonê ye. Îroa salvegera 2'emîn a oprasyonên ku li dijî partiyeke dengê 6 mîlyon mirov girtiye, partiye 3'emîn a meclisê ye, girtina parlamenter û hevşaredaran e."   Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de oprasyon wekî oprasyonên rehînegirtinê bi nav kirin û wiha berdewam kir: "Operasyona rehîn girtinê ya li dijî partiya me oprasyona li dijî siyasta demokratîk e. Em dikarin vê wekî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê û berdewamiya wê bi nav bikin. Ev diheman demê de operasyona sarayê ya li dijî gel a 4'ê Mijdarê ye.  Bi taybetî em dixwazin vê aşkera bibêjin. Gelê Kurd di 2'yê Adarê de darbeya DEP'ê jiya. Kesên ku darbeya 2'yê Adarê bi destê DGM'ê kirin, di 4'ê Mijdarê de heman darbe wekî darbeya sarayê bi beden kirin. Darbeya sarayê bi fermana AKP'ê hat kirin."    'Hevalê me xwe ji bo berxwedana gel feda kirin'   Pevîn bi bîr xist ku piştî rakirina destnedayîna parlamenteran ji bo darbeyê ketin tevgerê û di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: "AKP û MHP ev kar bi rêve birin û ji bo ku Tirkiyeyê ji nû ve dîzayn bikin ketin tevgerê. Bi taybetî Selahattîn Demîrtaş pêşengekî ku hêvî dida gelan bû. Ew rehîn gitin ji bo ku cesareta wî bişkînin. Selahattîn Demîrtaş ê ku cara yekê bi namzedê serokomariyê hêviya gelan bûn. Ji bo ku vê hêviyê têk bibin Selahattîn Demîrtaş  du sal in rehîn tê girtin .Fîgen Yuksekdag hêviya berxwedana jinê bûn û ew jî rehîn tê girtin. Îdrîs Balukaen, parêstvanê aştiya demokratîk û pêvajoya muzakereyê yê bi cesaret bû. Ew jî rehîn gitin. Gultan Kişanak, Berxwedêrek 12'ê Îlonê û berxwedêreke ku di rêveberiyên herêmî de hêviyeke mezin dida jinan bûn. Ji ber vê ew jî rehîn girtin, Sehahat Tuncel, Selma Irmak, Çaglar Demîrel, ev hevalên ku ji bo têkoşîna gelê me xwe feda kirine ne. Bi dehan hevalên me yên rehîne ku em nikarin navê wan li vir bijmêrin û ji bo têkoşîna gelê me xwe feda kirine hene."   'HDP têk neçû'   Pervîn di axafitna xwe de diyar kir ku îktîdar ji berxwedana HDP'ê ditirse û wiha berdewam kir: "Bi oprasyona di 4'ê Mijdarê de wan digot ew ê HDP'ê biqedînin û bi hemû kesî çongê bidin çikandin. Lê HDP dest ji partîbûna xwe ya ku ji bo gelan dibe hêvî bernedan. Dizanin ku HDP, Selahattîn  Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi mîlyonan e. Em li vir carekedin bang dikin: bila hemû hevalên me bên berdan û dawî li  vê bêhiqûqî û bê edaletiyê bê anîn."   'Ji ber ku aştî û demorasî xwest ceza lê birîn'   Piştre Sezaî Temellî axivî û wiha got: "Me Darbeya 4'ê Mijdarê li dû xwe hişt, ez hemû hevalên xwe yên di girtîgehê de bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew girtî bin jî berxwedana xwe ya aştî û demokrasiyê berdewam dikin û hêzê didin me. Heta ku azad bimînin ew ê berxwedana me berdewam bike. Ger ku ew azad nebin em jî azad nabin. Ji bo ku siyaseta demokratîk tasfiye bikin hewl didin û dizanin ku ev jî bi tasfiyekirina HDP'ê pêkan e.  Ger ku îro Selahattîn Demîrtaş û û Fîgen Yuksekdag girtî ne ji ber siyaseta xwe ya demokratîk girtî ne. Îdrîs Baluken ji ber têkoşîna xwe ya demokrasiyê 18 sal ceza girt."   Sezaî navê parlamenterên serdeam 26'emîn bi bîr xistin û wiha got: "Niha kesên ku girtî ne tu sûcê wan tune ye, Hemû li ser Fezlekeyên dozgerên  FETO'yî girtî ne."    'Divê ji bo Leyla Guven gav bê avêtin'   Sezaî wiha got: "Bi sedan hevalên me yên ku navên wan neahtin hejmartin hatin binçavkirin 6 hezar hevalên me niha girtî ne.  52 hevşaredarên me di  girtîgehê de ne 96 şaredariyên me qeyûm tayînî wan hat kirin. Ev faşîzm e. Ev darbeyek li dijî darbeyê ye. Dema ku em li  vê mekanîzmayê dinêrin em dibînin ku bi tecrîdê dest pê kiriye, maseya Dolmabahçeyê hatiye qulipandin û em dikarin Pirsus û Enqereyê di nava vê darbeyê de bixwînin."   4'ê Mijdarê ji bo vî welatî dîroka şermê ye, ev deynê sutiyê me hemûyan e. Divê ku parlamentoya serdema 27'emîn vê gavê biavêje û Leyla Guven serbest bê bardan."