Operasyona 4'ê Mijdarê di sala 2'emîn de ye: AKP xwest xwe ji HDP'ê rizgar bike 2018-11-04 11:18:39   AMED - Di ser operasyonên li dijî parlamenter û binçavkirina kesên li navenda Partiya HDP'ê hatin girtin re 2 sal derbas bûn. Parlamentera DHP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir ku ev oprasyonên li dijî partiya wan darbeyek bûn û ev tişt got: "AKP xwest ku xwe ji HDP'ê rizgar bike."   Piştî AKP'ê bi hevkariya MHP û CHP'ê qanûna rakirina destnedana parlamenteran ji meclisê derbas kir di ser oerasyonên li dijî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin re 2 sal derbas bûn.  Derbarê 55 parlamenterên HDP'ê de  fezleke hat amadekirin û bi oparasyonên ku di 4'ê Mijdarê de hatin kirin re parlmanter hatin binçavkirin û girtin. Di encama oparasyonên ku li ser daxwaza waliyên Çewkik, Amed, Colemêrg, Şirnex û Wanê hatin kirin de 12 parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin.  Ji van parlamenteran 3 jê hatin tehliyekirin, li gel ku di ser van operasyonan re 2 sal derbasbûn Hevserokên HDP'ê jî di nav de 9 parlamenter hîna li girtîgehê rehîne ne.   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir ku oprasyon li dijî îradeya gelê kurd hatin kirin û got ku ev darbeyeke siyasî ya li dijî partiya wan bû. Salîha diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê welat ber bi kaosê ve hatiye birin û wiha berdewam kir: "Îktîdara demê di nava darbeyê de darbe kir û li dijî me yanî li dijî Gelê Kurd dest bi operasyonan kir.  di çarçoveya 'oprasyonên qedeandina FETO'  de hem dest danî ser şaredariyên DBP'ê û hem jî siyasetmedarên me hatin girtin û îradeya gelê me 11 parlamenterên me yên li meclisê hatin girtin. Bi KHK'yên hatin derxistin bi sendan kedkarên cemaweriyê ji kar hatin îxrackirin, saziyên çapemeniyê û saziyên me hatin girtin. Bi van hemûyan îradeya me xesp kriin."   'Tundiya li dijî îradeya kurdan qet bi dawî nebû'   Salîha bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û parlamentera demê Leyla Gunev li gel destnedayîna wê heye hîna di girtîgehê de tê girtin û di berdewamiyê de wiha got: "Îtîfaka AKP û MHP'ê piştî 7'ê hezîranê ket dewrê. Sedema vê jî ew bû ku zîhniyeta yekperest bi tena xwe nikaribû pêşve biçe, bibe îktîdar û bi hev re biryardayîna gelan bû.   Li ser muxalîfan her tundiya AKP'ê û zextên wê hebûn. Di sala 2009'an de jî bi operasyona hat kirin bi dehan siyasetmedarên me hatin girtin û di sala 2010'an de jî heman rewş hat dubarkekirin. Tundiya AKP'ê ya li dijî gelê kurd qet bi dawî nehat. Ev tundiya ku ji bo Gelê Kurd bê nefes bê hiştin e. AKP'ê her li dijî gelê kurd polîtîkayên asîmilasyonê pêş xistin."   'AKP xwest xwe ji HDP'ê rizgar bike'   Salîha di axftina xwe de anî ziman ku AKP bi êrîşên xwe xwest berxwedana Gelê Kurd têk bibe û AKP her xwe bi polîtîkayên tundî û tirsandinê li ser piyan hiştiye. Salîha anî ziman ku her li dijî HDP'ê tundî hebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ew ê DHP destûr nedana polîtîkayên AKP'ê yên bi hişmendiya kekperst dihatin pêşxitin, ew ê teşîr bikira û dikir jî. AKP ji ber vê xwest ji HDP'ê rizgar bibe. Me ev di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de jî dîtin .Ji bo ku em bendavê derbas nekin çi ji destên wan hat kirin. Polîtîkayên ku Gelê Kurd bikin dijminê me pêş xistin. Lê Gelê Kurd her xwedî li HDP'ê derket. Em di vê hilbijartinê de di serî de bi dengên gelê Kurd û bi dengê gelek gelan çûn meclisê. Em vê oprasyonê wekî darbeyek siyasî bi nav dikin û ev di heman demê de darbeya li dijî îradeya Gelê Kurd, li dijî demokrasî û li dijî îradeya hemû gelên e. Ev operasyonên bê îradehiştina Gelê Kurd in."