Ruken Akça ya HDP’î: Em partiya gelin, em ji gel talîmat digirin 2018-11-04 09:23:18   AMED - Rêvebera HDP’ê Ruken Akça balkişand ser êrîşên li ser partiya wan ya beriya hilbijartinên herêmî û diyar kir ku ew partiya gelin û tenê ji gel talîmatan wê bigirin û bersiv da rexneyên tê kirin jî.   Yek ji rêvebera HDP’ê Ruken Akça ku der barê hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de wê pêk bê de dest bi amadekariyan kir pêvajoya tayînkirina qeyûman nirxand.    Rukenê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rêveberiyên herêmî bi zihniyeta mêr tên bi rêveberin û got ne rengê jinê ne jî biryarên jinê di rêveberiyê de nayên dîtin. Rukenê daxuyakirin ku piştî 2014’an şûnde DBP’ê bi navberek mezin şaredarî girtine û piştî vê jî rengê jinê hatiye dîtin û wiha pê de çû: “Bi taybet jî bi perspektîfên Birêz Ocalan xebatên girîng pêk hatin. Li cîhanê pergalek rêveberiyê ya nehatibû dîtin hat runiştin. Berê jî jinan birêve dibir lê rengê jinê zêde nedihat dîtin. Mêran biryar digirtin. Piştî pergala hevserokatiyê şûnde der barê polîtîkayên jinan de, li dijî şîdeta li ser jinê, îstîhdama jinê gelek proje hatin îmzekirin.”   Rukenê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji atolyeyên wêneyan bigirin heta qursên muzîkê heta reqsên gelerî di her qadî de ne tenê ji bo jinan ji bo ciwan û zarokan jî perwerde hatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatên şaredariyan ji aliyê her kesî ve rastî eleqeyê hat. Şaredariyên ku destê jinan lê ket îmze avêt xebatên taybet. Piştî jin tevlî rêveberiyên herêmî bûn şûnde texta dewletê hejiya. Qeyûman bi taybet îradeya jinê xesp kir. Rêveberiyên xweser wek sûc hatin dîtin û wek hincet qeyûm hatin tayînkirin.”   ‘Kêmasî jî, şaşî jî hene’   Rukenê her wiha bi lêv kir ku gel xwedî mafê ku xwe bi rêve bibe ye û ev tişt anî ziman: “Bi dehan şaredarên ev parast niha di girtîgehan dene. Bi dehan saziyên jinan û navendên ciwanan hatin girtin. Armanca wan ya esas ev bû ku jiyan gelê Kurd bi sînor bikin. êrîş û zext ji ber vê bûn. Bêguman kêmasiyên me, şaşiyên me hebûn. Em kêmasiyên xwe nebînin em nikarin pêşde gavê bavêjin. Mirov ancax kêmasiyên xwe bibînin, dikarin bi ser bikevin.”   ‘Projeya HDP’ê diguhere lê îdeolojî naguhere’   Rukenê di dawiya axaftina xwe de got bi salan eli herêmê polîtîkayên şer tên meşandin û bi dehan ciwanên Kurd li ser vê axê tên qetilkirin û wiha got: “Ev partî partiya gel e. Îradeya gel e. Hewcedariya gel li ku be emê li wir bin. Bi salane têkoşîna gel didome. Her tiştê gelê Kurd girtin. Zarokên wan qetilkirin lê hêviya gelê Kurd têk neçû. Ji ber vê em dizanin ku di vê hilbijartinê de jî emê serkeftinek mezin bidest bixin. Gel di alî HDP’ê de bi hêviye. Projeya HDP’ê dikare biguhere lê îdeolojiya wê tu car neguherî wê neguhere.”