‘Pergala hevserokatiyê îdeolojiya serdestiya mêr ne rehet kir’ 2018-11-01 09:18:11   MERSÎN - Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu ku qeyûm tayînî şûna wê bû, diyar kir ku pergala hevserokatiyê îdeolojiya serdestiya mêr ne rehet kiriye û wiha got: “Em tabloya di hilbijartinên herêmî yê 2019’an de dertê ji niha de dibînin. Wê têkoşîna jinê bi ser bikeve û dê pergala hevserokatiyê pêngavekê pêş de biçe.”   Hevşaredara DBP’ê ya Akdenîzê ya Mersînê Yuksel Mutlu di 12’ê Kanûna 2016'an de hat binçavkirin û di 18’ê Kanûnê de, qeymeqamê navçeyê Hamdî Bîlge wek qeyûm tayînê şûna wê bû. Yuksel di 26’ê Kanûnê de hatibû girtin û 7 meh şûnde di 21’ê Tîrmeha 2017’an de hat berdan.   Yukselê hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2019’an de pêk tên nirxand.   ‘Pergala hevserokatiyê îdeolojiya serdest ya mêr ne rehet kir’   Yukselê piştî qeyûman êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan pêk hatine nirxand û got pergala hevserokatiyê îdeolojiya serdestiya mêr ne rehet kiriye û wiha got: “ Dema qeyûm hatin tayînkirin ewil berê xwe dan qadên jinan. Hemû qadên me yên jinan hatin tunekirin. Mudaxaleyê têkoşîna jinan kirin.Bi van êrîşan pergala hevserokatiyê hedef hat girtin. Pergala hevserokatiyê ewil di partiyan de ceribandin û piştre di rêveberiyên herêmî de pêk hat. Encamên wê jî gelek xurt bûn û pratîkên têkoşîna jinê desthilatdarî ne rehet kir.”   ‘Wê li her derê jiyanê pêk bê’   Yukselê her wiha daxuyakirin ku di hilbijartinên Adara 2019’an de ya ku dîsa bi ser bikeve wê têkoşîna jinê be û ev tişt bi lêv kir: “Em encama mudaxaleyên li hemberî reng, siyaset, jiyana jinê, tabloya ku wê di hilbijartinên herêmî de derkeve ji niha de dibînin. Wê têkoşîna jinê qezenc bike û pergala hevserokatiyê pêngavek din pêş bikeve. Wê ev model li her derê jiyanê pêk bê. Bi gotinên weke ‘tu dikarî deng bidî, lê em kesên tu hildidibêjêrî qebûl nakin’ îradeya gel tune tê hesibandin. Divê em di vê pêvajoyê de polîtîkayên zextê pir baş ji gel re vebêjin.”