31’ê Adarê wê ji bo Wanê bibe roja hesabpirsînê 2018-10-29 09:11:51   WAN - Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak, got wê di hilbijartinên 31’ê Adarê de 14 şaredariyan jî bigirin û wiha got: “Çûyîna qeyûman morelek mezin dide gel. Bi hêviya ku şaredariyan digirin, nêzî hilbijartinê dibin. Gel 31’ê Adarê wek roja hesabpirsînê dibîne.”   Li gorî biryara YSK’ê di rojnameya fermî de aşkera kiriye wê hilbijartinên herêmî di 31’ê Adara 2019’an de pêk bê. Li bajarên Kurdan ku bi qeyûman îradeya gel hatiye xespkirin, gel vê rojê wek roja hesabpirsînê dinirxîne.   Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak diyar kir ku di hilbijartinên 2014’an de partiya DBP’ê ji 14 şaredariyan 2 heb bi dengekî kêm winda kiriye û got tevî operasyonên siyasî û girtinan destkeftiyek mezin bidest xistine. Yadîşenê wiha got: “Heta 7’ê Hezîrana 2015’an li bajar hewayek erênî ava bû. Feraseta rêveberiya herêmî rastî eleqeya mezin a gel hat.”   ‘AKP dizane wê winda bike’   Yadîşenê destnîşan kir ku avakirina meclîsan û biryarên bi gel re girtine ji aliyê AKP’ê ve nehatiye qebûlkirin û wiha pê de çû: “Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî kirin dest bi mudaxaleyan kirin. Bi tayînkirina qeyûman re di serî de qadên jinan, hemû sazî û komele hatine girtin, hevserokên jin ji peywirê hatine dûrxistin. Li pêş me hilbijartinên herêmî hene. AKP ji niha de dizane ku winda dike û tehdîdan dike. Niha dîsa ji 9’ê cotmehê û vir de operasyonên siyasî li hember HDP’ê hatine destpêkirin. Ev yek jî partiya me û me nikarin biçewisînin. Em ê di van hilbijartinan de 14 şaredariyan jî bigirin. Bila soza me ji hevalên me re be. Em ê hemû şaredariyên xwe di 31’ê Adarê de bigirin.”