Serpîl Kemalbay: Wê hesabê krîza aborî bidin 2018-10-28 09:07:53   ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay nexşerêya jinan a di hilbijartinên herêmî de nirxand û got: “Hilbijartinên herêmî hilbijartinên hesabpirsîna ji qeyûman e. Hilbijartina pirsîna hesabê Dayika Taybet e, jêrzemînên Cizîrê ne. Hesabpirsîna şewata li bazaran e, girtina kepenkan e.”   HDP’ê bi Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê pêk anî starta xebatên hilbijartinê da. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî der barê nexşerêya jinan a di hilbijartinê de nirxandin kir û got wek hilbijartinên din di hawirek bê ewle de dikevin hilbijartinê û got wê têkoşîna li dijî faşîzmê bidomînin.   Serpîlê di berdewamiyê de balkişand ser daxyaniyên Tayyîp Erdogan ya wê dîsa qeyûm tayîn bikin û wiha pê de çû: “Serokomar dibêje cihê neecibîne wê dîsa qeyûm tayîn bike. Ji 7’ê Hezîranê heta niha şerê ku meşand encam neda. Bi tehdîda ku dîsa wê qeyûm tayîn bike peyamê dide partiya me. Em dikarin bêjin ku ji niha de wan winda kiriye.”   ‘Li zindanan bedala vê têkoşînê tê dayîn’   Serpîlê destnîşan kir ku HDP ji bo gelê bindest têkoşînê dimeşîne û wiha pê de çû: “Ev têkoşînek wisa mezin û samimiye, niha bi hezaran kes bedela vê didin. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Bekîr Kaya û gelek parlamenter, hevserok û endamên Partiyê bedela vê didin. Em bi taybet li erdnîgariya Kurdistanê li cihê ku qeyûm hene bi partiyên Kurd yên cuda re xebatên tifaqê dimeşînin. Di vê mijarê de xebat û hevdîtinên me didomin.”   ‘Mafê jinan hedef hat girtin’ , Serpîlê her wiha daxuyakirin ku ew têkoşîneke ku bi jinan re tevdigerin armanc dikin û bi lêv kir ku desthilatdariya Erdogan ev 16 sale êrîşê jinan dike û her tim polîtîkayên dijminê jinê di rêza pêşînde bû. Serpîlê ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de ya ku daxwazên jinan tîne ziman wê HDP be. Em li herêman dixwazin bi jinan re bên cem hev. Rêxistinên jinan di vê pêvajoyê de gelek birîn girt.”   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha krîza aborî heye. Ev krîz wê bi desthilatdariyê bedelê bide dayîn. Gel di hilbijartinan hesabê vê bipirse. MHP wê hewl bide ji van bertekan bireve. Hilbijartinên herêmî hilbijartinên hesabpirsîna ji qeyûmane. Hilbijartina pirsîna hesabê Dayika Taybete, bodrumên Cizîrê ne. Hesabpirsîna şewata li bazarane, girtina kepenkane.”