‘Hiqûq wek Tirkiyeyê li Qibris jî îdeolojîke’ 2018-10-26 09:10:10   Sîbel Ozalp   ÎZMÎR - Parêzer Faîka Denîz têkoşîna li dijî binpêkirina mafan, newekhevî û qanûnên li dijî jinan tên bikaranîn yên li Bakurê Qibrisê nirxand û wiha got: “Wek Tirkiyeyê li Qibris jî hiqûq îdeolojîk e. Di demên dawî de em jî zêde ji netewperestî û muhafazkariyê bi bandor bûn. Me nefret ji qanûnan rakir lê ji mêjiyan ranekir.”   Li Bakurê Qibris hiqûqnasên li dijî binpêkirina mafan û newekheviya di qanûnan de têdikoşin, kêmasiya wan hebin jî gelek destkefiyên wan hene. Ji Komeleya Kuîr Qibris parêzer Faîka Paşa diyar kir ku qanûn dijberî jinê tê bikaranîn. Faîkayê got têkoşîna ji bo guherîna qanûna ceza cara ewil bi însiyatîfa Dijberî Homofobî ya di 2007’an de hatiye avakirin, hatiye dayîn û di 2012’an de dildarekî doz vekiriye û qanûn birine Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), Faîkayê bi lêv kir ku di 27’ê Çileyê 2014’an de qanûn guheriye.   Dijberî jinan dihat bikaranîn   Faîkayê bi lêv kir ku serlêdana wan a DMME’ê pêvajoya rakirina qanûnê lez kiriye û wiha got: “DMME'yê parçeyek hiqûqa me ya hundir e. Me bi doz bi hinceta ‘qanûn mudxaleya bê maf a jiyana taybete’ vekir. Me got pêkanînek newekhev a li hember mêrên hevzayendin. Di encama parastina di sala 2013’a de ji Tirkiyeyê hat xwestin de hat gotin ku wê xala qanûnê bê guhertin. Tirkiyeyê nedixwest ji ber xaleke di hiqûqa wan de tune mahkum bibe û qanûn di 2014’an de guherî.   Di qanûna beriya neguherîbû de têgehên wek ‘dijminê jinê’ ‘ahlaq’ û ‘namûs’ hebûn. Ev bi giştî dijberê jinê dihatin bikaranîn.” Faîkayê bi lêv kir ku wan nefret ji qanûnan rakiriye lê ji hişan ranekirine û got bi guherîna qanûna ceza re, bi saya bixwebawerbûna bidest xistine, ‘însiyatîfa divê qanûna malbatê biguhere’ ava kirine û got di qanûna malbatê ya hatiye guhertin de zimanekî bê zayend heye.   Faîkayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê têkoşînê baro jî guhert. Di serê sala 2018’an de bi rêveberiyek pêşdeçûyî re xebatên komîtebûnê dest pê kirin. Me ji bo îşkencê dane ava kir. me form li parêzeran belav kirin û me got bila ‘tabanek me ya daneyan hebe’. Hiqûqa me jî li şûna objektîf be wek Tirkiyeyê îdeolojîke. Her wiha di demên dawî de em jî ji netewperestiya bilind bûye û muhafazakariyê bi bandor bûn.”nüce tememin