Rojbîn Çetîn: Gel li bendê ye ku hesap bê pirsîn 2018-10-24 09:15:37   WAN - Hevşaredara Artemîta Wanê Rojbîn Çetîn a ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, diyar kir ku îdeolojiya fermî bi qeyûman li dijî îdeolojiya demokratîk, azadîxwaz û komunal şer daye destpêkirin û got dema roj hat wê gel hesabê vê bipirse.   Hevşaredara Artemîtê ya Wanê Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û 14 mehan di girtîgehê de ma, niha xebatên xwe yên rêxistinî berdewam dike. Rojbînê destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên rêveberiyên herêmî bi gel re plana stratejîk ya 5 salan diyar kirine û gel di van hevdîtinan de ji bo salekê li tax, kolana xwe çi dixwaze bila bixwaze şaredarî wê li gorî wê xizmetê bimeşîne. Rojbînê daxuyakirin ku şaredariya AKP’î ya beriya wan gelek gayrîmenkul pêşkêşî alîgirên xwe kirine.   ‘Qeyûman kargeh hilweşandin’   Rojbînê di berdewamiyê de destnîşan kir ku projeyên peravên Artemîtê hatine sabotekirin û got kargehên li peravê ji bo esnaf neyên mexdurkirine xwestine wek qadek alternatîf nîşan bidin û piştî qeyûm hatine jî di şevekê de ev kargeh hatine hilweşandin. Rojbînê her wiha daxuyakirin ku qeyûm 3 sal şûnde ev wek projeya xwe ya peravê ji rayagiştî re aşkera kiriye.   ‘Gundê zarokan bû qada seyrangehê’   Rojbînê bi lêv kir ku kapma zarokan 3 mehan ya bi navê ‘Gundê zarokan’ ku malbatên nikaribûn zarokên xwe bişînin cihekî, fikirîne lê qeyûm ew qad jî girtiye. Rojbînê wiha berdewam kir: “Projeyên me ji aliyê wezaretê de şûnde dihat şandin. Me ji ber vê du salên ewil nikarîbû pêk bianiya. Tevî hemû proseduran me temam kirin jî me ne butçe û ne jî destur girt. Sedema vê jî ev bû ku em şaredaryên DBP’ê bûn. Her wiha çawa qeyûm hat jî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan hat fesih kirin. Xebatkarên jin ji kar hatin derxistin. Bi qeyûman nûneriya wekhev hedef hat girtin. Lê gel gelek bi hêrse û roj bê wê hesabê vê bipirsin.”