‘Pêşnûmeya efûyê ji civakê re xizmetê nake’ 2018-10-21 09:28:16   AMED -  Rêvebera HDP’a Amedê Eylem Ceylan balkişand ser pêşnûmeya efûyê ya di rojeva meclîsê de ye û diyar kir ku ev ji civakê re xizmetê nake û di rewşa ev bikeve jiyanê de wê gelek tiştên neyînî pêk bên.   Rêvebera HDP’a Amedê Eylem Ceylan diyar kir ku pêşnûmeya efûyê ya di rojeva meclîsê de ye wê herî zêde jinan mexdur bike û wiha got: “Ev pêşnûme fêdeya wê ji dizan re, kesên mafyayê, tacîzkar û tecawizkaran re heye.”   Eylemê her wiha bi lêv kir ku pêşnûme pir teng e û her wiha pêşnûme kesên ji ber sedemên siyasî hatine girtin nahewîne û wiha pê de çû: “Niha bi hezaran girtiyên siyasî hene. Parlamenter, hevserokên me ji ber firkên xwe girtîne. Divê pêşnûmeyek berfirehtirbûna. Lê ji bo dizan, ji bo kujer, tacîzkar û tecawizkaran re bi fêdeye.”   Eylemê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ev pêşnûmeya hatiye amadekirin dibe ku pêşamadekariyek planek din ya li dijî civakê be û wiha got: “Pêşnûmeya tê fikirîn ji civakê re xizmetê nake. Kesên mafyayê, çeteyan berdidin derve. Bi vê re tiştên din plan dikin.”