Li dijî doza Gulser Yildirim bertek:Dadgeh di dijhiqûqiyê de israr dike 2018-10-21 09:21:52   MÊRDÎN - Cezayê li Parlamentera HDP’ê ya dema berê Gulser Yildirim hatibû birin, hatibû xerakirin û di runiştina dozê de tahliye derneketibû. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay bertek nîşanê biryarê da û got: “Pêvajoyek girtinê ya dema dirêj a girtinê derbas kiriye. Heyeta dadgehê di dijhiqûqiyê de israr dike û mexduriyet li ber çavan nayê girtin.”   3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê der barê parlamentera HDP’ê ya dema berê ya Mêrdînê Gulser Yildirim de bi hinceta ‘endama rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh eza birîbû û ev ceza ji aliyê 4’emîn DAîreya Cezaya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê ve hatibû xerakirin. Bi sûcdariyê bi hinceta li 2’emîn Cezaya Giran a Mêrdînê doza wê heye runiştina yekem a dosya hat şandin ji Gulser Yildirim re tahliye derneket. Gulserê bi SEGBÎS’ê parastin kir. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay diyar kir ku darizandina hatiye kirin ji edeleta serbixwe dûre û got ew carek din bûne şahid ku edelet pêk nehatiye.   ‘Daraz ji darazê derketiye’   Ebruyê bi lêv kir ku tevî biryara ji dadgeha îstînafê vegeryaye jî tahliye nehatiye dayîn û vê jî daraz ji darazbûnê derxistiye û wiha pê de çû: “Daxwazên parêzeran hat redkirin. Biryara berdewamkirina girtina wê hat dayîn. Gulserê di parastina xwe de anî ziman ku daraz ne serbixwe ye. 3 sal berê hevserokên me bi biryarek polîtîk hatin girtin û bi heman biryarê hîna jî girtî ne. Gulserê du deman parlamenterî kir û beşek wê di girtîgehê de derbas bû. Li girtîgehê bû hat hilbijartin û derketibû. Niha bi darizandinek cidî ya ne adîlane re rû bi rû ye.”   Ebruyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku darazek rastî ya li vî welatî ancax bi têkoşîna aştî, demokrasî û hiqûqê dikare pêk bê û wiha berdewam kir: “Ev du sale bi biryarên OHAL’ê daraz didome. Bi vî awayî îdare dikin. Carek din biryarek ne adîl û hiqûq hat dayîn. Heyeta dadgehê ji ber di dijhiqûqiyê de israr dike mexduriyet jî li ber çavan nayên girtin.”