‘Jin wê dînamîka herî mezin a vê têkoşînê bin’ 2018-10-18 09:12:55   Dîlan Babat   ENQERE - 3’emîn Kongreya Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) hefteya borî bi dirûşma ‘Berxwe bide bibe yek, ji nûve ava bike’ pêk hat. Canan Yuce û Cavît Ogur hevserok hatin hilbijartin. Canan Yuce der barê nexşerêya nû, operasyonên qirkirina siyasî û tifaqa jinan de axivî.   Cananê got di pêvajoya ku krîza siyasî û aborî zêde bûye de kongreya xwe pêk anîne û wiha pê de çû: “Me nexşerêya xwe diyar kir. Me li dijî faşîzmê nexşerêya xwe bi şîara ‘Berxwe bide bibe yek, ji nûve ava bike’ av kir. Me di kongreya xwe de diyar kri ku divê hêzên xwedî li ked, demokrasî û azadiyê derdikevin bi hev re têbikoşin.”   ‘Em ê zêdetir bên cem hev’   Cananê bi lêv kir ku wê qadên têkoşînê bi jinan re zêdetir bihûnin û wiha pê de çû: “Êrîşa herî mezin li dijî jinan çêdibe. Ji ber vê divê jin dest ji têkoşînê bernedin û têkoşînê bidin.”   Cananê her wiha destnîşan kir ku AKP bi salane ji bo mafê jinan xesp bike gelek qanûn derxistiye û got wê ji bo mafên nefeqeyê jî bi hev re têbikoşin û got banga wan ya ji bo jinan a avabûnek xurt heye. Cananê di dawiyê de daxuyakirin ku wê jin dînamîka herî mezin a vê têkoşînê bin.