Li dijî operasyonan bertek: Şahidê veşarî ji bilî Erdogan kesek din nîne 2018-10-15 09:08:54   ÎZMÎR - Siyasetmedara HDP’î Gulay Gun Bîlîcî, operasyonên qirkirina siyasî yên bi hinceta ‘şahidê veşarî’ hatiye kirin, nirxand û da zanîn ku şahidê veşarî ji bilî serokomar Tayyîp Erdogan kesek din nîne û wiha got: “Şahidê veşarî Tayyîp Erdogan e. Bi gotinên ji devê kesekî derdikeve îfadeya şahidê veşarî tê amadekirin. Îfadeya kesekî ne zelal e, ji ber vê ev kes dernakevin holê.”   Endama Meclîsa Patiya HDP’ê Gulay Gun Bîlîcî derbarê operasyonên qirkirina siyasî de axivî û da zanîn ku Tirkiye ji dewleta hiqûqî her diçe dûr dikeve.   Gulayê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê faşîzm bûye sazî û aliyê muxalîf jî HDP, sosyalîstên çep, çapemeniya azad e û wiha got: “Kesên rastiyan derdixin holê û li dijî yek dengiyê disekinin, hedef tên girtin. Ji bo bêdeng bihêlin jî serî li polîtîkayên qirêj didin. Li vî welatî divê aliyên cuda ligel hev bijîn. Ji bo em wekheviyê jî diparêzin me wek tehdîd dibînin. Lê wê têkoşîna me berdewam bike.”   Gulayê destnîşan kir ku bi îfadeyên şahidê veşarî di hefteya dawî de 141 kes hatine binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şahidê veşarî ji bilî Tayyîp Erdogan kesekî din nîne. Li gorî gotinên ji devê kesekî derdikeve îfade tên amadekirin. Ji ber îfadeya kesekî ne zelal in ev kes dernakevin holê. Li dijî rejîma yekparêz tenê HDP seknek rast nîşan dide. Heta bêdengî hebe wê dor bê her kesî.”