Sanaa Debbag: Jin li her derê hedefa heman projeya ne 2018-10-15 09:06:54   Habîbe Eren   ENQERE - Berpirsa Têkiliyê Derve ya Partiya Gel a Lubnanê Sanaa Debbag bi lêv kir ku jin li her derê hedefa heman projeya ne û got: “Em dibînin ku kaosa li Tirkiyeyê bandorek çawa li ser jin û civakê dike. Hewcedarî bi têkiliyek cidî ya têkoşîna jinê heye. Ev berxwedanek e. Divê em vê xetê berfireh bikin.”   Endama Lijneya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan a Lubnanê û Berpirsa Têkiliyên Derve Sanaa Debbag ku ji bo 3’emîn Kongreya Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) hat Enqereyê, piştî kongreyê bi heyeta ji Lubnan, Tunus û Fîlîstînê hatiye re çû serdana HDP’ê.    Sanaa têkoşîna jinan a li Tusunê û geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê nirxand. Sanaa destnîşan kir ku li Lubnanê meşandina têkoşînê di alî jinan de gelek zehmet e û wiha pê de çû: “Ji ber zextên dewletê bi zehmetiyek mezin têdikoşin. Her çiqas têkoşînek zehmet be jî ji nêrînên cuda mirovan dikarin bînin cem hev. Em di mijarên siyasî, çandî û mafê mirovan de dikarin di zemîna hevpar de bên cem hev. Lê ligel me çandek heye û ev ji bo me her tiştî hêsan dike;Em jin ji kîjan bawerî û nasnameyê dibin bila bibin em dikarin biçin ber deriyên hev û têkiliyê ava bikin.”   ‘Bêbaweriya li hember dewletê xwe li her derê nîşan dide’   Sanaa bi lêv kir ku li Lubnanê wek jin mijarên herî zêde tê de zehmetiyê dikişînin, ev e ku li hember partî û rêxistinan bêbaweriyek heye û got: “Bêbaweriya li hember dewletê, mixabin xwe gîhandiye partî û rêxistinan jî. Ev rewş jî me gelek dide zorê.”   ‘Li Tirkiyeyê kaosek cidî tê jiyîn’   Sanaa di berdewamiyê de balkişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Zext û şîdeta li Tirkiyeyê çapemeniya me nîşan nade. Em bi derfet û têkiliyên xwe van pirsgirêkên cidî yên Tirkiyeyê dibînin. Em dibînin ku kaosa li Tirkiyeyê bandorek çawa li ser jin û civakê dike. Hewcedarî bi têkiliyek cidî ya têkoşîna jinê heye. Ev berxwedanek e. Divê em vê xetê berfireh bikin. Piştî kongreyê em çûn serdana HDP’ê. Di sohbetê de hêviyek bi min re çê bû. Behsa tiştên xweş hat kirin. Proje û pêşniyarên xweş hatin kirin. Geşedanên li Bakurê Sûriyeyê jî girîng in. Lê piştevaniya bi gelê Kurd re kêm e.”