Ayşe Acar Başaran: Gelo li Îmraliyê çi dibe? 2018-10-13 09:13:04   ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew cihê girtîgeha Îmraliyê di dîroka Tirkiyeyê de dizanin û wiha got: “Girtîgeh û pergalak ku hem ji bo tasfiyekirina siyasetê û têkbirina fizîkî dertê pêşberî me. Em difikirin ku ev tecrîda kûr a li hemû civakê hatiye belavkirin, ne tenê di bin însiyatîf û berpirsiyariya AKP’ê de ye.”   Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana di 2008’an de ya ji aliyê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatibû kirin a der barê ‘îşkence û pêkanînên nebaş’ red kir. Abdullah Ocalan bi hinceta di 7’ê cotmeha 2008’an de li hucreya girtîgeha Îmraliyê ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceyê hatiye bi hevkariya parêzerên xwe di 21’ê cotmeha 2008’an de daxwazname da Serdozgariya Komarê ya Bursayê.   Lêpirsîna dîsîplînê ya der barê rêveberê girtîgehê û du gardiyanan de hat destpêkirin bi biryara neşopandinê encam bû. Îtirazê biryarê hat kirin û piştî vê jî serî li DMME’ê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û berdevka komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Ayşe Acar Başaran biryara DMME’ê nirxand û got DMME’ê bi vê biryarê pergala tecrîdê ya Tirkiyeyê ya derveyê hiqûq û ahlaq erê kiriye û got: “Tecrîd pir kûr bûye û demek dirêj e ji birêz Ocalan agahî nayê girtin. Niha jî bi biryara ku hatiye girtin di civakê de rê li ber fikaran hat vekirin. Gelo li Îmraliyê çi dibe? Pergalek çawa li wir heye? Fikarên me roj bi roj mezin dibin.”   ‘Em cihê Îmraliyê di dîroka Tirkiyeyê de dizanin’   Ayşeyê ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Ev 20 sale li Îmraliyê tecrîd pêk tê. Dem bi dem malbat û parêzeran serdan pêk anîn. Di alî dîroka Tirkiyeyê de em cihê Îmraliyê baş dizanin. Girtîgeh û pergalak ku hem ji bo tasfiyekirina siyasetê û têkbirina fizîkî dertê pêşberî me. Girtî xwedî mafên ku bi malbatan re hevdîtinê bikin, hevdîtina bi parêzeran re bikin. Mafên wan ên sereke ne. Ev maf bi tu awayî nikare bê astengkirin. Ev mafên ku di alî rêbaza hiqûqî ya Tirkiyeyê û navneteweyî de mafên ku tên parastinê ne. Lê ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha bi Birêz Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin. Siyasetmedar li ser vê ketin greva birçîbûnê. Hevdîtin di encama vê de pêk hat. Ji 11’ê îlona 2016’an heta niha tu hevdîtin bi Birêz Ocalan re nehatiye kirin. Em difikirin ku ev tecrîda kûr a li hemû civakê hatiye belavkirin, ne tenê di bin însiyatîf û berpirsiyariya AKP’ê de ye. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê pêk tê.”   ‘Divê DMME biryara xwe şûnde bikşîne’   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser biryara DMME’ê û destnîşan kir ku divê bang tenê ji bo Tirkiye û AKP’ê neyê kirin divê bang li hemû sazî û dezgeyên navneteweyî bê kirin ku ev biryara DMME’ê demildet şûnde bê kişandin.