'Em ê bi pêşengiya jinê pergalek nû biafirînin' 2018-10-12 09:09:53   Berîtan Canozer   AMED - Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren ku qeyûm tayînî şûna wê bûye, da zanîn ku di pêvajoye ku zext û zilm derketiya asta herî jor de ji bo hilbijartinên herêmî xwe amade dikin û wiha got: “ Wê zilmkar têk biçin. Îdia me mezin e, hedefa me ne dûr e. Em ê bi pêşengiya jinan pergalek nû ava bikin. Em ê bi gelê xwe re xwe ji nû ve xurt bikin.”   Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren ku di 2’ê Çileyê 2017’an de qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, der barê hilbijartinên herêmî û polîtîkayên qeyûm de nirxandin kir.   Zeynebê xebatên şaredariyên DBP’ê nirxand û wiha got: “Ji bo jinan navend, ji bo zarokan qadên perwerdeyê, ji bo ciwanan navendên ciwanan vekir. Her kes bi rehetî diçûn şaredariyê. Ji bo jinan qadên jiyana taybet hatin avakirin. Perwerdehiyên muzîk, estruman, nexş û dirûn hatin dayîn. Qursên zimanê kurdî hatin vekirin. Ekîba şanoyê ya hunerê a şaredariyê hat avakirin.”   Zeynebê bi lêv kir ku gelê Kurd bi polîtîkayên mezin ên asîmîlasyonê re rû bi rû ne û got: “Ji bo ev polîtîka vala derkevin me gelek xebat meşandin. Xebatên şaredariyê bi riyan sînor nema. Hewcedariya gel bi qadên jiyana taybet, bi çand û perwerdehiyê hebû. Me ev hewcedarî pêk dianî. Raporên me li holê ne. Em dikarin derxin binêrin.”   ‘Em wek dijminahiya jinan digirin dest’   Zeynebê di berdewamiyê de anî ziman ku ji bo xebatên şaredariyê vala derkevin qeyûm hatine tayînkirin û wiha pê de çû: “Hedefa AKP’ê beralîkirina destkeftiyan bû. Îradeya gel hat xespkirin. Dewlet gel nas nake. Îradeyê nas nake. Çareseriyê, zextê dibîne. Her wiha destkeftiyên jinan jî hedef girtin. Êrîşa li hemberî pergala hevserokatiyê em wek dijminahiyê li hember jinê digirin dest. Hewl didin ser jinan zextan ava bikin. Di rêveberiyên herêmî de xebatên jin û ciwanan hat qedandin. Dewlet li dijî zîhniyetên azad in. Qeyûman bajar li gorî xwe guhertin. Avahiyên dîrokî tên hilweşandin û li şûnê projeyên rantê tên kirin. Hewl didin vê sazbûnê ji holê rakin. Lê gel vê dizî û nelêrêtiyê qebûl nake.”   ‘Îdiaya me mezin e, em ji hedefa xwe ne dûr in’   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Dijminahiya li hember xweza û dîroka me tê dîtin. Em di van şerdan de diçin hilbijartinan. Belê zilm heye lê em ê rê nedin vê zilmê. Li pişt me dîrokek mezin heye. Em şahidê bi dehan komkujiyan e. Tu komkujî û zextan em têk nebirin. Em ê van vala derxin û xwe xurt bikin. Wê rastî tarîtiyê parçe bike. Îdiaya me mezin e. Em ji hedefa xwe ne dûr in. Em ê bi gelê xwe re ji nû ve xwe xurt bikin.”