Meclisa Jinan a HDK'ê: Em ê bi berxwedana jinan bersivê bidin êrîşan 2018-10-10 17:10:12   STENBOL - Meclisa Jinan a HDK'ê derbarê êrîşên polîsan ên li ser 9 banjaran de û binçavkirinan de got; "Em ê êrîşên koalîsyona AKP-MHP'ê bi berxwedana jinan bibersivînin."   Meclisa jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan ku xwest siyasetmedar û rojnamegerên di 9'ê Cotmehê de hatin binçavkirin bên berdan wiha got;"Ewê koalîsyona şer a AKP -MHP'ê li dijî berxwedana jinan têk biçe."   HDK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê êrîşên li dijî siyasetmedar û rojnamegerna qebûl nekin û wiha got: "Êrîşên Kolalîsyona şer a AKP û MHP'ê bê tehemûliya li dijî jinan a li nava xebetên civakî û siyasetê ye. Partiya me ya ku meşrûbûna xwe di serî de ji têkoşîna jinan û ji îradeya milyonan kesan digire êrîşên li ser daxwaza bihêzkirina faşîzmê ne. Em dibêjin ku bila hevalên me demildest bên berdan."