Ayşe Acar Başaran: Hewcedariya Tirkiyeyê bi aştiya civakî heye 2018-10-10 09:07:38   ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku pêşnûmeya Efûyê ya MHP’ê ji bo derketina kesên diyarkirî hatiye amadekirin û wiha got: “Hewcedariya me bi efûyek ku dizan, tacîrên hişbirê berdide tune ye. Hewcedariya me bi aştiya civakî heye.”   MHP’ê pêşnûmeya efûyê ya amade kir, pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Tê diyarkirin ku efû sûcên beriya 19’ê Gulana 2018’an dihewîne û 162 hezar girtî û hukumxwar wê ji vê fêdeyê bigirin, di pêşnûmeyê de 5 sal daxistina cezayan jî cih digire. Siyasetmedar, hiqûqnas û saziyên civaka sivîl diyar dikin ku ev pêşnûme hewcedariyên gel pêk nayne û bertek nîşan dan.   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqî Ayşe Acar Başaran diyar kir ku mijara efûyê ya MHP’ê ne nû ye û bi taybet ji bo derketina Alaattîn Çakici û kesên wek wî derkevin ev xebat hatiye kirin. Ayşeyê wiha berdewam kir: “Bi îmzeya koma MHP’ê re pêşnûme pêşkêşî meclîsê hat kirin. Dema em pêşnûmeyê lêkolîn dikin, tê gotin ku di çarçoveya hewcedariya civakî de, aştiya civakî de ev sererastkirin û bi vî awayî propagandayê dikin. Lê dema em dinêrin, ev pêşnûme hewcedariyên gel pêk nayne. Ji bo hinek kesan ceza dadixîne; lê ji bo mijara herî sereke ya azadiyê ya Tirkiyeyê çareseriyekê pêk nayne.”   ‘Wê tacîrên hişbirê û diz bên berdan’   Ayşeyê destnîşan kir ku pêşnûme kaotîk e û wiha got: “Pêşnûme ji azadiyê dûr e. Di vê pêvajoya ku bilindbûna hiqûqê nayê naskirin û daraz di destê kesekî de ye, ev pêşnûme qels dimîne. Di 3 salên dawî de piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi OHAL’ê re hemû aliyên muxalîf ji vê para xwe girt. Rojnameger, akademîsyen, yên têkoşîna aştî û demokrasiyê didin hatin girtin. Ev pêşnûme wan nagire nav xwe. Nokteya derketina efûya MHP’ê ji Alaattîn Çakici hatiye û pêşkêşî meclîsê hatiye kirin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi derketina diz û tacîrên hişbirê tune ye. Hewcedarî bi aştiya civakî heye.”   Ayşeyê got di serî de divê Kanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK) bê rakirin û her wiha balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got divê ewil sererastkirinek derbarê girtiyên nexweş de bê kirin. Her wiha Ayşe li ser bi sedan zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan girtîne û got dayik bêyî sûc tên girtin û zarok jî bi dayikên wan re tên cezakirin.