‘Dixwazin komployê di 20’emîn salvegera wê de dîsa bikin jiyanê’ 2018-10-09 09:10:55   AMED - Hevberdevka KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn der barê salvegera derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku komploya navneteweyî di 20’emîn salvegera wê de carek din hewl tê dayîn ku bikeve jiyanê.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de neçar ma di encama koploya navneteweyî de ji Rojhilata Navîn derkeve. Bi vî awayî di 15’ê Sibata 1999’an de radestê Tirkiyeyê hat kirin û li grava Îmraliyê dîl hat girtin. Hevberdevka KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn der barê salvegera komployê de axivî û got hewl tê dayîn ku komployê carek din bikin jiyanê.   ‘Berteka me ya li dijî komployê zelale’   Zelalê daxuyakirin ku 20 salên komploya navneteweyî qedya ye û wiha pê de çû: “Komployê bandorek neyînî li ser gelan kir. Dema me komploya 9’ê cotmehê bihist me dîs ki rku wê şer çiqas kûr bibe. Me jî berteka xwe pir zelal li dijî komployê nîşan da. Me gelek çalakî pêk anîn. Gelek hevalên me bedena xwe dan ber agir. Gelek kes ketin greva birçîbûnê. Gelek jin wê rojên cil û bergên reş li xwe dikin û dadikevin qadan.”   ‘Armanc tasfiyekirina PKK û gelê Kurd bû’   Zelalê anî ziman ku bi komploya navneteweyî re hedef hat girtin ku PKK û Gelê Kurd bê tasfiyekirin û û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama komployê de Abdullah Ocalan hat binçavkirin û anîn Tirkiyeyê. Bi vê hewl hat dayîn ku îradeya gelê Kurd bê şikandin.”   ‘Jinan bertekên mezin nîşan dan’   Zelalê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Aliyê ku herî zêde ji encamên komployê bi bandor bûn jin bûn. Jinan bertek û têkoşînên mezin nîşanê komployê dan. Wê rojê jin li kolanan bûn. Li qada bin. Gelek jinî dest bi grevê kir. bedena xwe dan ber agir. Hatin binçavkirin û girtin. Bi salana li Kurdistanê jin reş li xwe dikin. Heta komplo bidome wê jin her tim rewş li xwe bikin. Di esasêde komplo hîna didome.”