Li Sûriyeyê jin di Destûra Bingehîn a nû de mafên xwe nîqaş dikin 2018-10-08 09:11:55   Ruhenda Amed   KOBANÊ – Jin sererastkirinên hiqûqî yên li Sûriyeyê û cihê jinê yê di destura bingehîn a nû de nîqaş dikin. Hevseroka DSM’ê Îlham Ahmed got: “Armanca me ev e di hevdîtinên muzakereyê de nûneriya jinê ji sedî 50 be û jin bibin xwedî gotin. Ji ber ku tevlîbûna jinan a muzakerê û xwedî gotinê, di alî têkoşîna jinan de pir girîng e.”   Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê de li Kantona Kobanê bi dirûşma ‘Temînata mafên jinan, Hîmê Avakirina Sûriyeya Demokratîk e’ komxebatek pêk hat. Ji herêmên cuda yên Sûriyeyê 200 siyasetmedar, hiqûqnas û aktîvîst tevlî bûn.  Hevseroka Konseya Sûriyeya Demokratîk Îlham Ahmet ku tevlî komxebatê bû der barê rola jinan a Destura Bingehîn a nû de axivî.   *Armanca vê komxebatê çi bû?   Ev projeyek ku demek dirêj bû em li ser dixebitîn. 200 jin ji cihên cuda yên Sûriyeyê tevlî bûn. Di komxebatê de Destura Bingehîn a Sûriyeyê hat nirxandin, pisgirêk yek ser hatin destgirtin û tiştên divê di destura bingehîn a nû de be hatin nîqşakirin. Ji her alî jin tevlî bûn.   * Destura bingehîn ya Sûriyeyê hewcedariyên jinan çawa pêk tîne? Têkiliya bi civakê re di kîjan astê de ye?   Mijarên guherîna civakê û zîhnî hatin nîqaşkirin. Ji bilî vê di Destura Bingehîn de mafên jinan di kîjan astê de ye. Mafên jinan dide an na? Di alî guherîna civakî û zîhnî de ev têr dike an na? Mijarên wisa hatin nîqaşkirin.   *Li Sûriyeyê heta niha tu hêza siyasî jin neanî cem hev. We ev çawa bi ser xist?   Me potansiyela xurt a jinan dît. Gelek jinên di saziyên civaka sivîl de dixebitîn hebûn. Ji bilî vê gelek parêzvanên mafên jinan hene. Bi taybet jinên kurd di vê lêgerînê de di eniya pêş de cih digirin. Bi salane têdikoşin. Dema rêxistinbûn û zanîn jî li vê lêgerînê zêde dibe, pirsgirêk çênabin. Jin sembola guherînê ne. Armanca Meclîsa Jinan a sûriyeyê jî ev e ku jinên Sûriyeyê bîne cem hev. Piraniya jinên hatin jî di xebatan de cih digirin. Hedefa meclîsa jinan a Sûriyeyê eve ku di rêxistinbûn û perwerdehiya jinan de rola pêşeng bilîze. Wê di maf û rêxistinbûna jinan de bibin pêşeng.   *Nêrîn û biryarên ji vir derketine, wê çawa bandor li Destura Bingehîne bike?   Biryar û nêrînên ji vir derkevin girîngin. Jinên Sûriyeyê ji guherîn û zanînê re vekirîne. Me di daxwazên wan de ev dît. Nêrîn û pêşniyarên ji vir derkevin pir zêde ne. Ev tiştekî girînge. Nêrînên ji vir derkevin dikarin wek belge pêşniyarê Nûnera taybet ya Sûriyeyê ya NY’ê Staffan de Mîstura bê kirin. Armanca me eve em di muzakerayan de ji sedî 50 jinan bikin xwedî gotin. Armanca me eve ku jin tevlî muzakera bibin û ev di alî têkoşîna jinan de girînge.   *Jinên Sûriyeyê wê di avakirina Sûriyeyek wekhev û xweser de wê rolek çawa bilîzin?   Asta ku jin hatinê gelek girînge. Jinan gelek pêşketin jiyane. Guherîn û daxwazên jinan girÎnge. Ligel vê li herêmên aliyê îslama Radîdal û muxalefetê jî tirs û fikar tê pêşxistin. Jinan ji mafê wan bêpar dihêlin. Ev jî nîşan dide ku ji bo Sûriyeyek demokratîk divê tedbîrên pêwist bên girtin. Divê mafê jinan bibe nivîskî û bê nasîn. Ji bo vê jî ewlehiya Destura Bingehîn pêwiste.   https://www.youtube.com/watch?v=MlFa7Mid_Ag&feature=youtu.be