Gamze Îlgezdî ji bo zaroka bi navê Arîn bang li meclisê kir 2018-10-04 12:34:07   ENQERE - Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî, ji bo zaroka 14 mehî ya bi navê Arîn ku nexweşa astimê ye û bi dayika xwe re di girtîgehê de ye serî li Komîsyona Mafên Mirovan a li Meclisê da.   Zaroka 14 Mehî Arîn a ku li Rihayê bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Gitîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 dimîne û nexweşa astimê ye û rewşa wê nayê başkirin.Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî, rewşa Arînê bir rojeva meclisê. Gamze bi bîr xist ku rewşa Arînê roj bi roj xirabtir dibe û xwest ku Komîsyona Mafên Mirovan a li Meclisê tişta pêwist bike.   Gazmze di daxwaznameya xwe ya serlêdanaê de diyar kir ku hejmara zarokên li gel dayika xwe di girtîgehê de ne ji 2017'an û heta niha gihîştiye 624'an.   Rewşa wê her roja ku diçe xirabitir dibe   Gamze diyar kir ku rewşa gitîgehê li ser girêdana di nav dayik û zarokê de bandora neyînî dike û wiah got: " Ez dixwazim ku bê zanîn zaroka bi navê arîn ya li gel dayika xwe di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê de dimîne û nexweşa astimê ye ku ber bi xirabûnê ve diçe ku malbata wê dixwaze di vî warî de gavek erênî bê avêtin bê zanîn. Zaroka 14 mehî Arîn di qawûşa ku 14 kes tê de ne bi dayika xwe re dimîne. Arîn a ku di mîdeya de ji ber reflu heye şîrê dimêje diavêje, di nava heftgeyê de kîlo û nîvek daye. Herwiha ji ber ku girtîgeha lê ne pirsgirêka avê dijî nikarin duşê bigirin û laşê Arînê bûye birîn."   Gazmze diyar kir ku divê di bin banê komîsyonê de komîsyonek ku ji her partiyekê parlamenterek di nav de cih bigire bê avakirin û rewşa Arînê beriya ku xira bibe tişta pêwist bê kirin.