Yildiz Çetin: Em ê her dem li ba gel bin 2018-10-04 09:15:31   WAN - Hevseroka Şaredariya Payizavayê Yildiz Çetin ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin anî ziman ku ew bi vîna gel hatiye hilbijartin û got:"Şaredarî avahî ye. Em gazî gelê xwe nakin û nabêjin werin vê avahiyê. Em diçin malên wan. Em standa ava bikin û li ba gel bin."   Di çarçoveya OHAL'ê de bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) qayyim tayinî 95 şaredariyê Partiya Gelan a Demokratîk (DBP) hat kirin. Bi tayinkirina qayimê re jê 35 kes jin 110 hevşaredar hatin girtin.    Di 3'ê Sibata 2017'an de qayyim tayînî şaredariya Payizavaya Wanê, dewsa Yildiz Çetin û Zeki Yildiz hat kirin. Hevşaredarên ku piştî qayyim hat tayinkirin şûnde hatin girtin, piştre hatin tahliyekirin.    'Ew ê polîtîkayên xespê bi encam nebe'   Hevşaredar Yildiz Çetin pêvajoya piştî qayyiman nirxand û got ku ew ê tu hêz nikaribe wan bide sekinandin û ew ê polîtîkayên xespê bi encam nebe.   'Şaredarî ketiye nava deynan'   Yildizê da zanîn ku niha mulkên aîdî şaredariyan tê firotin û got:"Dema ku qayyiman şaredarî xesp kirin wê demê pereyê şaredariyê mabû. Lê niha dema em dinêrin şaredariyên ku qayyim hatiye tayinkirin di bin deynan de mane. Her wiha dest dixin ser projeyen me jî."   'Êrîşî jinan kirin'   Yildizê da zanîn ku wan di bin navê nûnertiya wekhev de qadên jinan ava kirine lê dema ku qeyyum hatine tayinkirin şûnde êrîş li ser van qadan hatine kirin.    'Nehiştin em projeyên xwe pêk bînin'   Yildizê got:"Projeyên me yên derbare zarok, berasteng û jinan hebûn lê bi tayinkirina qeyûman nehiştin em pêk bînin. Şaredarî avahî ye. Em gazî gelê xwe nakin û nabêjin werin vê avahiyê. Em diçin malên wan. Em standa ava bikin û li ba gel bin."